10 juli 2019

Te ev aqil ji kê girt?


Ji yê zana pirsîne, gotine:
”Te ev aqilê xwe ji kê girt?”
Yê zana gotiye:
-Ji bêaqilan.
Meriv biaqil be bi rastî jî bêaqilên meriv jê aqil bigre pir in. Lê gava ew aqil bi meriv ra tunebe, meriv jî wek kêmaqilan, totikvala dimîne.

Ji xwe gelşa herî mezin ya însaniyetê jî ev e, kêmaqil pir in lê her kes jî ji aqilê xwe razî ye.


XXX

Heta serokê mezin Erdogan sax be rehetî, azadî û aramî ewê ji kurd û tirkan ra tunebe, tûtya be. 

Lê li alî din jî ewê baş bikute êl û maka dewleta tirk ya durre û pînc, ewê ji hev tar û mar bike.

Xwedê ji qeza û bela bisitirîne, çend salên din temenê wî dirêj bike.

Serdozgerê Stenbolê îro bi îdîa hevalbendiya Gulen emrê girtina 176 leşkeran daye. Ev sê sal in ev lîstik berdewam e.
Bi van girtinan û bi belavkirina tirsê dixwazin çend sed hezar îslamîst û pan-tirkîstên din bişînin Ewrûpayê û bela anîne serê Ewrûpayê mezintir bikin. 

Erdogan mêrik îşê xwe baş dimeşîne. Him raqibên xwe ji ber xwe da dixîne û him jî bi hezaran îslamîst, pan-tirkîst, faşîstên xwe dişîne Ewrûpayê.

XXX

Meriv çi karî dike bira bike, dixwaze siyaset be ya jî tîcaret be ya jî karekî din be, dibê dirust be. Tu kes ji dirustiyê zirarê nabîne. Merivê dirust tim li karê ye.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE