16 juli 2019

Sibe dîsa rêwî me



Silav li we hemûyan gelî dost, heval û şopînerên min ên ezîz. Bi xêr sibe ez û xanim dîsa rêwî ne.
Lê îcar emê pir dûr neçin û zêde nemînin. 

Lawikê me yê mezin Azad li Lundê dimîne. Sibe rojbûna wî ye; dibe 43 salî… 

Ez û xanim emê sibe zû herin ba wî, du rojan li wir bimînin û ji wir jî emê herin Kopenhagenê. 

Nêta min em du, sê rojan jî li wir bimînin û vegerin malika xwe.
 
Yanî hema ji bo çend rojan be jî me got em ji mal derkevin û heta Lundê û Kopenhagenê çivekê bidin xwe. 

Xwedê kesî bê dost û bê heval neke. Li Danîmarkayê jî çend hevalên min hene, emê du sê rojan wan biwestînin, bira hinekî me bigerînin û bi me ra biwestin. 

Ez gelek caran çûme Danîmarkayê, lê ez qet lê negeriyame. Îcar ez ne ji bo siyasetê, wek turîst, ji bo gerê diçim. 

Ez bawer nakim heta ez vegerim ez kanibim tiştekî binivîsim. 

Lê heger min kanîbû ezê fotografên ger û seyrana xwe belav bikim. 

Hêvî dikim hevalên me zû newestin û me baş bigerînin, welatê xwe baş nîşanî me bidin.
De nuha bimînin di nava xêr û xweşiyê da…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE