03 juli 2019

Serê her tiştî bawerî ye


Ya muhîm meriv çawa li meselê dinêre.

Heger meriv bêhêvî û reşbîn be, bawerî û hêviya xwe ya bi serketinê wenda kiribe, bê guman şansê kurdan yê serketinê nabîne û dev ji micadelê berdide.

Lê heger meriv bi xwe bawer be, ji xebat û micadelê bêzar nebûbe, bêhêvî nabe, micadela xwe bi ezmekî hîn mezin didomîne…


Li gorî 30, 40, 50 sal berê li gel hemû gelşan û kêmasiyan jî îro di her warî da em gelkî xurttir in.

Ji bo kesên tirsonek, bi xwe nebawer rêya herî ewle bêdengmayin e. 

Lê ew jî meriv pir bêrûmet dike.

Xwezî bi wî kesî nabe hevalê dagirkerên welatê xwe û li hemberî zulmê xwe kerr û lal nake.

XXX
 Xwedê ji meriv ra xerab bîne meriv koda kompîtora xwe ji bîr dike. 

Ji vêsê da ye min koda kompîtora xwe ji bîr kiriye. Ez şîfreyê lêdixim dibêje çewt e, qebûl nake.
Carê bêhemdî vebû, lê min nizanîbû ez çawa ketimê, yanî min nizanîbû min çawa vekir.
Min girt, dîsa eynî problem derket.

Li ser vê êdî ez baş hêrs bûm, kompîtor ji min tirsiya, fêm kir mesele cidî ye û dû ra kod hat bîra min…
2019-07-02

XXX
Ez ji hal da ketime, pir westiyayî me. 

Îro rojbûna lawikê me yê biçûk Rojen bû, hevala wî jî hat. Min ji wan ra goşt biraşt û barek tişt miştên din çê kir.

Ji ber ku ew vejeteryan e wî goştê xwe yê derewîn biraşt.

Lê heta bîstek berê li vir bûn, lema jî ez îro qet venehesiyam û min tiştek jî nenivîsî.

Lê min ne tenê nenivîsî, min tiştek nexweniye jî.
Nuh vehesiyam. 

Piştî hewqas kar û xebat helbet dûş jî şert e, min ew jî kir û dû ra hatim ber kompîrorê...
Lê ez bawer dikim piştî vê saetê êdî wexta raketinê ye...
2019-06-30

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE