13 juli 2019

Sebebê kirîna S-400an û mitefîkiya bi Rûsyayê ra fobîya kurd e



Heta do jî gelek kesî bawer nedikir Tirkiye ewê fuzeyên S-400î ji Rûsyayê bikire. Min bi xwe jî digot tirk blof dikin, ewê nekirin, ji bo ku li Sûriyê di mesela kurdan da hin tawîzan ji Amerîkayê bigrin van manawrayan dikin.

Lê wa ye wisa derneket û partiya pêşî ya S-400an do gihîşt Tirkiyê. 

Yanî êdî ji kirîna sîstema S-400an û mitefîkiya Rûsyayê veger tuneye. Tirkiye ewê bi Rûsyayê ra mitefîkiya xwe hîn bi pêş xe.

Hedefa S-400an kurd in û NATO ye. Tikriye S-400an li hemberî kurdan û Amerîkayê, NATOyê dikire. Yanî berê      S-400an ewê bi kurdan û bi Amerîkayê da be... 


Çimkî êdî baweriya tirkan bi Amerîkayê û bi NATOyê nemaye. Erdogan êdî NATOyê û Amerîkayê ji Tirkiyê bêtir, mitefikê kurdan dibîne.

Nuha pirsa tê kirin ev e: Tirkiye çawa hat vê nuxtê?

Tirkiyê çima û ji bo çi pişta xwe bi mitefikên xwe yên 67 salan, bi Amerîkayê û NATOyê da kir ?

Sebebekî vê tenê heye, ew jî têkilî û alîkariya Amerîkayê ya bi kurdên başûr û bi taybetî jî bi kurdên rojava ra ye.

Siyaseteke tirkan ya netewî, ya dewletê heye, ew jî neyartiya kurda ye; kî dostiyê bi kurdan ra bike, xêra wan bixwaze, Tirkiye pê ra dijminatiyê dike û kî dijminatiya kurdan bike Tirkiye pê ra dostiyê dike.

Ji roja Tirkiye ava bûye û vir da ye siyaseta Tirkyê û hemû îktîdaran ev e; dijminatiya kurda ye.

Berê, li Îraqê Amerîkayê wek Tirkiyê dixwest dijminatiya kurdan nekir, di ser da piştgirî da kurdan, bi alîkariya Amerîkayê Kurdistana Federe çê bû.

Vê yekê têkiliyên Amerîkayê û Tirkiyê pir xera kir, anî nuxteya qutbûnê, baweriya nabêna wan zeîf bû.

Dû ra 8 sal berê şerê Sûriyê derket. 

Li Sûriyê jî Amerîkayê wek Tirkiyê dixwest û hêvî dikir şerê kurdan nekir, siyaseteke antî-kurd nemeşand. 

Lê ne ew tenê, bi kurdan ra bû mitefik û li hemberî Daîşê û hemû hêzên îslamî alîkariya kurdan kir, nehîşt Tirkiye bi Daîşê û bi çeteyên din ra kurdan li Sûriyê bipelixîne, ji ortê rake.

Nuha Erdogan û tirk baş bawer dikin Amerîka dixwaze Kurdistanekê çê bike. Û ji bo wê jî li Sûriyê piştgiriyê dide kurdan, PYDê û YPGê.

Li alî din Rûs wek Xerbê û Amerîkayê bi sempatî li kurdan nanêrin û wek wan piştgiriyê nadin kurdan, nabêjin bi kurd li Îraqê û Sûriyê mafên xwe bigrin û bibin xwedî statuyeke siyasî. Pûtîn ji bo baweriyê bide Erdogan û wî ji NATOyê û Amerîkayê dûr bixe Efrîn da Tirkiyê û amadeye gelek daxwazên Tirkiyê yên din jî bi cî bîne.

Lê Amerîka û Rojava li Îraqê û li Sûriyê piştgiriyê didin kurdan, dixwazin kurd bibin xwedî statuyeke netewî.

Ev yek Erdogan dîn dike. Ji bo wê S-400an ji Rûsyayê dikire. Ji bo wê ji Amerîkayê û ji Rojava dûr dikve û xwe nêzî Rûsyayê dike. Muxalefet jî piştgiriyê dide kirîna S-400an û dûrketina ji Rojava. Çimkî Amerîka û Rojava êdî piştgiriyê nadin siyaseta Tirkiyê ya antî-kurd. Kî antî kurd be Tirkiye dost û hevalê wî ye.


Derdê Erdogan li her derê têkbirina kurda ye, lema li hemberî kurdan piştgiriya Daîşê û hemû çeteyên îslamî kirin û hîn jî dikin.

Erdogan ji kurdan ra tim gotiye, ”ya hûnê serê xwe bitewînin ya jî ezê serê we bipelixînim”!


Erdogan dît ku bi Amerrîkayê ra nikane ”serê kurdan bipelixîne”, lema jî nuha bi Rûsyayê ra diceribîne. 

Hemû derdê Erdogan û mitefikê wî Bahçelî pelixandina serê kurda ye, di vî warî da kî piştgiriyê bidê, ewê pê ra bibe heval û mitefik. 

Û kî li dijî vê plan û hedefa wî derkeve, ya jî jê ra nebe alîkar, ewê pê ra dijminatiyê bike. Sebebê dûrketina ji Amerîkayê û nêzîkbûna Rûsyayê ev e.

Lema jî heta fobîya kurdan û çêbûna Kurdistaneke serbixwe di dilê Erdogan û tirkan da hebe, Tirkiye dev ji  teqle û manawrayên wiha bernade, her tim kane surprîzên wiha bike. 

Ev jî ji bo me kurdan baş e, Tirkiye çiqasî ji Yekîtiya Ewrûpayê û ji Amerîkayê dûr keve û bibe şirîkê Rûsyayê û Îranê ji me ra baştir e. di wê cephê da ji me ra xêr tuneye, çi hebe di cepheye Rojava û Amerîkayê da ye.



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE