07 juli 2019

Rûdaw çima hewqasî reqlama Erdogan dike?


Tu dibêjî belkî ev RÛDAW ajansa Erdogan a presê ye.

Erdogan telefonî kê dike, kî telefonî Erdogan dike, RÛDAW tavilê bi manşetên mezin ji kurdan ra dike xeber.

Îro jî gotiye ” Erdogan û Putin peywendiyeke telefonî encam dan.”

Xwedê kir RÛDAW hîn nikane sernivîsekê rast binivîse. 


Lê bi vê sernivîsê xwestiye bibêje ”Erdogan û Pûtîn bi telefonê bi hev ra peyivîn.”

Min qet fêm nekir çi ji RÛDAWê ra Erdogan telefonî kê dike?

Ma Erdogan serokê Kurdistanê ye?

Ma Erdogan xwedî û serokê Rûdawê ye?

Serokê Sûriyê Beşar Esad jî telefonî xelkê dike.

Serokwezîrê Îraqê Adel Abdul Mehdî jî telefonî xelkê dike.

Serokkomarê Îranê Rûhanî jî telefpnî Pûtîn û xelkê dike.

Heta nuha min qet nedîtiye Rûdawê axaftinên wan jî wek yên Erdogan kiribe xeber.

Lê Erdogan telefonî kê bike, Rûdaw miheqeq dike xeber. Ev ne normal e.

Bibê nebê ev tê bîra meriv: Têkliyeke meriv ya taybet tunebe wek ajanseke kurd meriv hewqasî berdevkiya neyarê xwe nake.
2019-07-06

Hejar Linevai Eger pirsgirêk bi tenê Rudaw be ew qet ne pirsgirêke, pirsgirêk gelek û gelek ji Rudawê mezintire, Mît, leşker û çetên tirka pir bûne li Kurdistanê

Jamal Kazemi Silav apê Zinar ma te qet Carekê te dîtiye li nava Tirkiyeyê hêrîşên Rûdawê bikin hewa sar dibe Yan germ dibe li Stenbolê ser ekranên Rûdawê ne bi sarî bi germî cihê xwe xweş dike bila bîra me neçe serokê Rûdawê Nêçîrvan e serokê vî jî Erdogan e hindî ala tirkan ser ekranê Rûdawê der dikeve hind ala Kurdistanê der nakewe di dawiya her tiştî Rûdaw di Turksatê da mala xwe ava kir????!!!!

Abdalqader Houry Rûdaw dezgeheke ragihandinê ye . ji karê dezgehên ragihandinê agahiyan ji temeşevan û xwendekarên xwe re belav bikin . Rojhilata navîn dikele û rola herdu dewletan li deverê berbiçave . ji karê rûdaw'ê ye ku hemû nûçeyên balkêş biweşîne . Eve tiştekî normal e

Oruç Sural Ev dezgeh çi radigîhîne, kîjan naverokê, bi çi şîroveyê radigîhîne ez ê li wê binêrim. Rûdaw ne bi tenê axaftina Erdogan bi Pûtîn re lê her wiha her mîtîng an civîneke wî ya derheqê hilbijartin an propagandayê de jî tavilê bi zindî radigîhîne. Ev nîşana çi ye gelo? Bi ya min ev delîleyek e bo hebûna pêwendiyeke taybet.

Ahmet Önal Rudav ji Turksatê avitin. Le ev...


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE