28 juli 2019

Qahwa kurdî îro deng da



Îro ez wehîd bûm, heta nuha qet venehesiyame. Ji danê nîvro da ye min serê xwe ji kar û barên nav malê ranekiriye.

Mîvanên me yên "xerîb" hebûn…

Hevala lawikê me yê biçûk û malbata wê cara pêşî îro mîvanên me bûn. Ji bo wê jî heta nuha min tiştek nenivîsî.

Întîba, tesîra pêşî gelkî muhîm e. 


Lema jî me xwest mîvanên me yên swêdî memnûn bimînin û bi întîbayeke baş ji mala me herin.

Ji hemû xwarin û vexwarinan herî bêtir ji qahwa kurdî ya bi hêl (kakûle, kardemûm)pir hez kirin.
 
Bavê keçikê sê fîncan vexwar. 

Tabî qahwa min jî ne wek her qahwê ye, min hemû huner û marîfeta xwe bi kar anîbû. 


Lema qahwa min  a kurdî îro deng da. 

Fîncanên mej î bala wan kişand, cara pêşî bû qahwa kurdî di fîncanên taybet da vedixwarin.
 
Çi heyf ne qahwa kizwanan bû, qahwa kizwanan ba ewê xweştir bûya, lê dîsa jî pir hat ecibandin.
Îro jî wiha derbas bû…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE