09 juli 2019

Nişîta berî baranê ba ye, berî mirinê ta ye

Mihemed Xatemî

Serokomarê Îranê yê berê Mihemed Xatemî şîret li hukûmeta Komara Îslamî kiriye û gotiye dibê hukûmet guh bide daxwazên xelkê, ya na muxalfet û xelk ewê têkeve bin tesîra cepheya li dijî Îranê û miletê hukûmetê bixwe.

Nişîta(nîşana) berî baranê ba ye, ya berî mirinê ta ye.


Xatemîyê kone baş fêm kiriye umrê rejîma îslamî ya faşîst hindik maye, Trump gurzê xwe li ba dike, di nêzîk da ewê dawşîne vê rejîma zalim, ceberût.

 XXX
Siyasetmedar û serokên me ji xwe ber biaqil nabin, dest nadin hev. Ev, xisletekî ne li gorî kultur û qerekterê wan e.

Lê ez dibêjim bi xêra ehmeqiyên neyarên me û zext û nabênkariya dostmên me, ewê bi aqil bibin û Kurdistanê çêkin.

Hêvî dikim şert û rewş li dijî me belovacî nebin.

XXX
Em çi bikin jî bêfêde ye, lema jî dibê meriv qet xeman nexwe û nekeve endîşeyê, tu kes zindî, bi saxî û selametî dev ji vê jiyanê bernade.
Li vê dinyayê rastiyek tenê heye her kes pê zane, ew jî ev e...

XXX
Kêm zêde her kes dixwaze zana û bi kultur be, ne cahil, nezan û korfahm be. 

Lê belê ji bo wê her kes naxebite û xwe nawestîne.
Bi qasî însan dixwaze dewletî bibe, naxwaze zana bibe.

Lema jî di her civatê da merivên dewletî û feqîr pir û yên zana û ronakbîr jî hindik in.

Gava nezan pir bin gelş û teşxele jî kêm nabin, pir dibin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE