23 juli 2019

Nexweşiya tirkan ya kronîk paranoya kurd û Kurdistanê



Bi şevan ez carnan riya xwe bi çend kanalên telewîzyonên tirkî dixim. 

Aqilê meriv disekine, hemû minaqaşe li ser kurdan û Kurdistana rojava ye.

Kemalîst, dîncî, gulencî, erdogancî, perînçekçî, faşîst, nefaşîst, axirê her kes bi herareteke mezin dixwaze Tikriye zû, rojekê berî rojekê Kurdistana rojava dagir bike.



Bawer bikin heger hukûmet îro emir bide, sibe bi milyonan tirk, bi qiç û pîlîên xwe ve ewê bi tevr û bêran, bi daran, bi kevir û kuçan, bi çetel û kevçiyan, bi tawe û beroşan, bi tîr û şîşan, bi kevgîr û heskan êrîşî ser kurdên Kurdistana rojava bikin.

Dema dipeyivin wek lokên hêc, wek segên har kef û kopik bi devê wan dikveve û dibêjin "Tirkiye mecbûr e midaxele bike û van 3-4 milyon erebên li vir li rojava bi cî bke, ya na ewê Kurdistan çê bibe û hebûna me dikeve tahlûkê..."

Civata tirk bûye civateke paranoyak, bi şev û roj li ser kurdan dipeyivin, tirsa çêbûna Kurdistanê di hundurê her tirkî da heye.

Tiştê ez dibînim li Tirkiyê partiyên siyasî, akademîsyen û ronakbîrên tirk, ji sedî 99ê tirkan ji hukûmetê bêtir dixwazin Tirkiye Kurdistana rojava dagir bike û heta başûr jî...

Ji bo êrîşkiriné do bi şev top avêtine Serêkaniyê û çend kes birîndar bûne. Helbet ew bi xwe ne, 
dixwazin ji bo êrîşî mahneyekê bibînin. Kurd ne topan, xîçekî jî ji rojava navên aliyê din...

Amerîkayê heta nuha nehîşyiye êrîş bikin, hêvî dikim Amerîka dev ji vê siyaseta xwe bernede...

XXX
Tirkiye dixwaze siyasetê li kurdên Kurdistana rojava yasax bike û ji bo wê jî hema hema navên hemû kadir û siyasetmedarên PYDê û YPGê, navên tam 352 kesan dane Înterpolê.

Tirkiye tam bûye dewleteke çete û wer li pey me kurda ye.
Salih Muslim jî di nav da navê 352 kurdên Kurdistana rojava dana Înterpolê û gotine vana bigrin û teslîmî me bikin.

Înterpolê ev daxwaza Tirkiyê red kiriye, ev baş e. Dibê Înterpol bi virên Tirkiyê nexape û nebe aletekî siyaseta Tirkiyê ya antî-kurd. Tirkiye dixwaze Înterpolê jî li hemberî kurdan bi kar bîne. Dibê Înterpol viya bibîne û kurd jî di vî warî da Înterpolê agahdar bikin.

Bi qasî xuya dike ev dewleta çete dixwaze siyasetê jî li kurdan yasax bike. 

Bi dehhezaran kurd nuha di zindanên vê dewleta çete da ne, lê qîma xwe bi wan naynin, dixwazin hemû kurdên li dijî xwe bigrin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE