08 juli 2019

Mûriya evîndar



Rojekê dilê mûriyekê(gêrikekê) ket fîlekî, bi ser fîl da dîn bû, got ya dimrim, ya pê ra dizewicim. Dêya wê qebûl nekir, got nabe, fîl hinekî mezin e, nikane bi me ra bijî.
Mûriya evîndar israr kir, got:

-Dayê, gunehê te bi min nayê bira bi geda zikê min were…


Bavê min nexweş e
Lawkê biçûk ji diziyê hat girtin. Ew birin emnîyetê. Pûlis jê pirsî:
– Tu çend salî yî?
– 9 salî.
– Tu neh salî yî û dizîyê dikî ?
– Apo weleh ez bi xwe ne diz im. Ev karê bavê min e. Bavê min nexweş e, îro ez ji dêl wî va dixebitim.


Navê cewrik
Mêrik ji jina xwe ketibû şik û gumanê. Demek derbas bû, rojekê ew û yarê wê bi hev ra dît. Lê ruyê xwe guhert, dengê xwe nekir.
Rojekê ji jina xwe ra got:
-Tu zanî dêlika me teliqî ye, dibê em nav li cewrikan kin. Herdu bi hev ra çûn ba cewrikan. Mêrik got:
-Ez dibêjim em navê vî cewrikî bikin ”Min Dît.”
Jinik hinekî fikirî û got:
-Baş e, em navê viya jî bikin ”Min Tobe.”

Nayê bîrê
Mêrik telefonî pûlis kir, bi heyecan got:
-Xanima min çû bazarê ji malê ra hin tiştmişt bikire, lê ev 7 saet in hîn nehatiye. Ez ditirsim tiştek hatibe serî.
Pûlis pirsî:
-Tu kanî xanima xwe hinekî tarîf bikî?
Mêrik baş fêm nekir, got:
-Çawa yanî?
Pûlis got:
-Bejna wê wê çiqas e?
-Bi Xwedê ez baş nizanim, carnan qondera(sola)panîbilind dike pê ji min dirêjtir e, lê gava li mal xwasî digere ji min kintir e.
-Çavê wê çi reng e?
-Weleh ez wê jî baş nizanim. Hin rojan lensa hişin dixe çavê xwe û hin rojan jî ya kesk. Lê ez ne şaş bim çavê wê bi xwe reş e…
Pûlis dom kir:
-Porê wê çi reng e?
-Bawer bike ez wê jî baş nizanim. Çimkî her hefte boyaxekê lê dixe. Nayê bîra min boyaxa vê heftê çi reng bû.
Pûlis dom kir:
-Çi lê ye, kincên wê çi reng e?
-Weleh rojê qatekî li xwe dike, nayê bîra min îro çi li xwe kir…

Nuha xerab xuya nake
Di dema hilbijartinên belediya Stenbolê da Bînalî Yildirim çû serdana karkirên fabrîqeyekê. Ji karkirekî pirsî:
-Bi vî karî hûn kanin debara xwe bikin?
Yê karkir got:
-Di ber ra karekî din jî dikim.
-Çi kar e?
-Mobîlya difroşim.
-Ê baş e piyase çawa ye, baş tê firotin?
-Nuha zêde xerab xuya nake, lê gava mobîlyeyên malê biqedin ewê çawa be ez wê nizanim…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE