15 juli 2019

Mîrê kurd, evîndarê Kurdistanê em te bi hurmet bibîr tînin !



Mîrê kurd, lawê Kurdistan, Mîr Celedat Bedirxan, di 68 saliya wefata te da em te bi hurmeteke bêsînor û bi hezkirineke kûr bibîr tînin.

Mîr Celadet Bedirxan di 15ê temûza 1951ê da, li Şamê di qezayeke bêyom da dema erdê xwe av dida ket bîrê û wefat kir.

Ev wefata Mîr Celad Bedixan ya trajîk ji bo ziman û edebiyata kurdî bû derbeke mezin, di warê weşangeriya kurdî da bû sebebê valahiyeke pir mezin.


Bêguman em çuqasî pesnê Celadet Elî Bedirxan bidin û wî bi hurmet û bi minetdarî bibîr bînin jî hindik e. Wî ji me ra gelek kar û eserên nemir li pey xwe hîştin. 


Wek em zanin Celadet Bedirxan û piraniya ferdên malbata wî, di têkoşîna kurdan ya netewî da him roleke sereke lîstine û him jî ji miletê xwe ra gelek xebatên dîrokî yên bêhemba kirine.

Rojnama kurdî ya pêşî Kurdistan(1898-1902)ji alî ferdên vê malbetê va(Mikdat Midhat û Abdurrahman Bedirxan)ve hatiye derxistin. 


Elîfbeya kurdî ya latînî jî ji alî Celdet Bedirxan ve hatiye çêkirin.

Van herdu tiştan jî di dîroka kurdan ya kulturî û edebî da valayiyek pir mezin dagirtin û di prosesa netewebûna kurdan da  roleke pir mezin lîstin.

Kurd kirin xwedî rojname û elîfbayeke tekûz.

Çêkirina elîfbeya kurdî ya latînî ne karekî hêsan û tiştekî biçûk e, bi vê elîfbayê deriyekî mezin li ber edebiyat, ziman û kultura kurdî vebû.

Bi saya vê elîfbeya Celadet Bedirxan, edebiyata kurdî bi pêş ket, kurd bûn xwedî rêziman, kovar û rojname û lehçeyên kurdî jî nêzî hev bûn.

Rûniştina li ser sifreyeke hazir rehet e, lê ji sifirê destpêkirin û xuliqandina tiştan wisa ne rehet e, jê ra zanîneke kûr û jîrîtiyeke mezin lazim e.

Celadet Bedirxan, di demeke dîrokê ya pir krîtîk û nazik da kêmasî û hewcedariya miletê xwe ya herî girîng dît û ji bo temînkirina vê hewcedariya girîng ket nava xebatê û ji sifirê berhemeke bêhempa xuliqand, miletê xwe kir xwedî elîfba û rêziman...



Xwedê kir ku Mîr Celadet Elî Bedirxan, di saxiya xwe da miletê kurd kir xwedî elîfbeya latînî û bi xêra hebûna vê elîfbayê rê li ber pêşketin û geşbûna ziman û edebiyata kurdî vekir.

Heger Celadet Bedirxan ev elîba çênekiribûya û pê çend kovar û rojname dernexistiba, gelo nuha ewê halê kurdan çi ba?

Belkî kurd îro hîn jî ne xwediyê elîfbayeke latînî ya miştereke bûn û ji her serîyekî dengek derdiket û çend elîfba li piyasî hebûn.


Loma jî tiştê Celadet Elî Bedirxan da miletê xwe tiştekî pir mezin e, miletê kurd ji analfabetiyê xelas kir.

Heger ne yekî weke Celadet Bedirxan zana, întellektuel û dûrbîn bûya, ne mimkûn bû ku kurd wisa bi hêsanî bibûna xwedî elîfba û gramer û ferhenga kurdî.

Di dema wî da kesê li hemberî Celadet Bedirxan rabûya tunebû, lema jî elîfbeya wî bi rehetî ji alî her kesî ve hat qebûlkirin.

Lê heger îro bûya ewê kaos çê bibûya, lihevkirina li ser elîfbeyeke netewî kurdan ewê zû bi zû li hev nekirana. Çimkî dewlet tuneye, otorîte tuneye. Çawa ku kurd nikanin cepheye netewî çêkin, ewê li ser elîfbeyeka netewî jî li hev nekirina. Bi baweriya min ewê pir û pir zor bûya.

Lema jî şansê me heye rahmetiyê Celadet Bedirxan, bi çêkirina elîfba xwe em ji teşxeleyeke mezin xelas kirin.



Heger elîfba latînî tunebûya Hawar, Ronahî û Roja Nû jî ewê tunebûna,Cegerxwîn, Qedrîcan, Osman Sebrî û bi dehan nivîs berhemên din jî îro ewê tunebûna.

Ji ber ku nivîskar û şairên wê demê hemû jî netîce û berhemên xebata Celadet Bedirxan in.

Bêyî hebûna elîfbeya Celadet Bedirxan kitêbxaneya gelê kurd îro ewê gelkî feqîrtir bûya.

Çend kes hene, di dîroka kurdan da rolên pir mezin û girîng lîstine, bi saya xebat û berhemên wan miletê kurd bûye xwedî edebiyat, dîrok û zimanekî nivîskî.

Mesela dema meriv ji edebiyat û tarîxa kurmancan berhemên Melayê Cizîrî, Melayê Bateyî, Ehmedê Xanî, Celadet Bedirxan, Cegerxwîn, Mikdat Midhat û Abdurrahman Bedirxan û berhemên kurdên Kafkasan derxe gelo weke milet ewê çi yê me bimîne?

Qet tiştek jî namîne…

Emê bibn miletekî bê edebiyat, bê elîfba, bê berhemên nivîskî. Emê bibin wek dareke bê ber, bê fêkî…

Heger kurd, qismê kurmanc îro xwedî edebiyat, dîrok, roman, çîrok, helbest, rojname, kovar, malper û gelek tiştên din in, hemû bi xêra Celadet Bederxan û çend kesên weke wî ne.

Bêyî xebat û berhemên van çend kesan nuha kurd ewê di rewşeke gelkî xerabtir da bûna…

Ji ber ku yê miletan dike milet edebiyata wan e, berhemên wan yên nivîskî ne.

Loma jî meriv çuqasî sipasî van camêran bike jî hindik e, bi xêra berhemên wan, em îro di nava miletên dinyayê da ne destvala û ne hustuxwar in….

Mala Celadet Bedirxan û hemû gorbuhştên ku min navên wan li jor nitirandin ava be, ji bo ku wan em kirin xwedî klasîkên kurdî,Mewlûda Kurdî, rojnameya Kurdistan û elîfbeya kurdî.

Piştî wefata Mîr Celadet, cenazeyê wî li Gorristana (Qebristana) Şêx Xalidê Neqşîbendî li kêleka bapîrê wî Mîr Bedirxan hat veşartin.

Li ser kêla/kevirê gorra Mîr Celadet Elî Bedirxan ev helbesta jêr ya heval û dostê wî hêja Qedrîcan hatiye kolan:

Mîrê Kurd
Mîrê Kurd
Lawê Kurdistan
Neviyê Bedirxan
Celadet
Fedakar, xwediyê hîmmet
Cendekê wî di vir de bin ax bû
Giyana wî bilindî asîman bû
Nemiriye, zindî ye
Navê wî ebedîye.





Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE