03 juli 2019

Min zanîbû



Yekî gundî di qeza trafîkê da mir. Di şînê da xanima wî dibê û dilûbîne, digrî, li çonga xwe dixe, ruyê xwe nahpirûk dike û di ber xwe da jî tim dibêje:
-Weleh min zanîbû, weleh min zanîbû, weleh min zanîbû…
Yên li dorê jê dipirsin, dibêjin:

-Te çi zanîbû?
Dibêje:
-Weleh min zanîbû ev li pêşiya wî ye, ewê ev felaket were serî.
Dibêjin:
-Ê madem te zanîbû, te çima jê ra negot?
Dîsa li çonga xwe dixe û dibêje:
-Ê de ka ma min çi zanîbû, min çi zanîbû…


Buhayê cewrik
Xortek ji bo ji xwe ra kûçikekî bikire çû mazata(bazara) kûçikan. Vir da, wê da çavê gerand, bala xwe dayê kalek li bin darekê rûniştiye û kûçikek û cewrikek li ber e.
Çû ba kalo, silav dayê û jê ra got:
-Xalo, ev kûçikê te bi çiqasî ye?
Mêrik got:
-Bi 500 lîreyî ye.
Xort xwest buhayê cewrik jî bizanibe, got:
-Le cewrik bi çiqasî ye?
-Cewrik bi 1000 lîreyî ye.
Xort matmayî ma, got:
-Xalo, tu dibêjî kûçik bi 500 lîreyî û cewrik jî bi 1000 lîreyî. Ma wiha dibe? Ma ne dibê cewrik ji kûçik erzantir be?
Mêrik got:
-Na xwarzê tu şaş î. Kûçik ji xwe kûçik e, lê cewrik kûçik lawê kûçik e. Ji bo wê jî cewrik buhatir e, buhayê wî duqat e.

Keşf
Ji Xoce Nesredîn pirsîn, gotin:
-Xoce, tu merivekî alim î, tu merivekî zana yî, tu xwediyê ilm û îrfan î. Lê gelo heta nuha tu keşfeke te, tu îcadeke te heye?
Xoce got:
-Erê heye. Xwarina berfê bi nan keşfa min e. Lê belê hûn rastiyê dixwazin min bi xwe jî ji vê keşfa xwe hez nekir, keşfeke beradayî ye…

Nuha dixwaze
Lezgîn û Ferzend bi malbatên xwe ra çûn aşxaneyeke luks. Gotin emê şeveke xweş ji felekê bidizin. Xwarinên xwe hilbijartin û şerabeka pir buha temî kirin. Garson got:
-Hûn kîjan salê tercîh dikin?
Lezgîn got:
-Weleh heger mimkûn be em nuha dixwazin…

Te dest pê kir
Mêrikê beqal çend hefte bûn sifteh nekiribû. Bîna wî pir teng bû, bi hustuxwarî li ber deriyê dikana xwe rûniştibû, li bende mişterîyekî bû. Lê dikana wî jî dikana Beko û çend qalib sabûn bû. Yekî silav dayê û jê ra got:
-Ez li kar digerim, ji te ra karkir ne lazim e?
Beqêl got:
-Lazim e, çawa ne lazim e. Tu yê heftê sê rojan werî û rojê du saetan tenê bixebitî. Meaşê te 2500 Euro, ji bo çûn û hatina mal jî ezê erebeyekê bidim te û hemû mesrefên te yên şexsî jî ji kîsê min. Heger tu van şertan qebûl dikî hema sibe were dest bi kar bike.
Mêrik bi matmayî got:
-Ma tu henekê xwe bi min dikî?
Beqalê çend heft bûn sifteh nekiribû got:
-Ez çi bikim, te dest pê kir…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE