07 juli 2019

Li ser dîroka kurdan û kurdên Belûcîstanê kitêbeke gelkî girîng



Mala Kekê Zîya Avcî ava be, kitêba KURDGALNAMEK (KURDBÊJNAME) îmze kiriye û bi qasidekî hêja ra ji min ra şandiye. Kitêb îro li şîna Wedat Orakçiogluyê rahmetî gijîşt min.

Mala wî qasidê (Mahmûd Lewendî) kitêb gîhand min hezar carî ava be.

Kekê Ziya Avcî kurdekî xebatkar û berhemdar e, salê du sê kitêbên ji bo tarîxa kurdan pir muhîm in ji soranî werdigerîne kurmancî. Nuha jî kitêba Axwend Mihemed Salih Zengene Beluç  ”Kurdgalnamek/Kurdbêjname” li kitêbxaneya kurdî zêde kiriye. Him nivîskarê kitêbê û him jî kitêb pir balkêş e.

“Kurdgalnamek” di sala 1659a da ji aliyê kurdekî Zengene yê Beluçî, Axwend Mihemed Salih Zengene ve hatiye nivîsîn. 

Bi qasî kekê Zîya Avcî berê ji min ra qal kiribû Kurdgalname li ser kurdên Belûcîstanê û eşîrên kurdan xezîneyeke dîrokî ya pir mezin û hêja ye, li ser kurdan û kurdên belûcî gelek agahiyên hêja muhîm tê da hene.
Kitêb 240 rûpel e û ji alî weşanxaneya Azad ve hatiye weşandin.

Gelek spas ji bo kekê Zîya Avcî…

KURDGALNAMEK(KURDBÊJNAME)

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE