27 juli 2019

Li ortê rastiyek heye


Li ortê rastiyek heye, gerek em wê bibînin, tirk dixwazin bi darê zorê me bikin tirk û Kurdistanê jî li xwe bihelînin.
Çend îhtîmal hene.

Ya tirk ewê dev ji vê siyaseta xwe berdin û bi rehetî mafê me bidin.

Ev yek îro mimkûn xuya nake.

Îhtîmala din jî emê bibin tirk û biqedin.


Ya jî emê zora wan bibin û kurd bimînin û Kurdistanê ava bikin.

Wekî din tu rê tuneye.
XXX
Tiştê herî bêtir min matmayî dike, gava yek bi tirkî ji hinên din ra dibêje "çima hûn bi tirkî dinivîsin?"

Cixare di nava bêçiyên meriv da be meriv ji xelkê ra nabêje çima hûn cixarê dikşînin?
Berî meriv şîretan li xelkê bike dibê meriv bi xwe li gorî şîretên xwe bijî.
XXX
Kîjan tirk irqçî û faşîst e, kîjan tirk ne faşîst e dema li ser kurdan û Kurdistanê dipeyive derdikeve ortê.
Kurd û Kurdistan ji bo naskirina tirkan wek kevirê mîhengê ye, tavilê eyarê merivê tirk derdixe ortê.
XXX
Dijmin bi rengekî cidî xwe amade kiriye ji bo ku êrîşê me bike, wek milet me ji ortê rake, koka me biqelîne û em jî bi hev ketine; ji dêlî em li ser van gefên dijmin rawestin, em "bela" xwe di hev didin. Qala tişt miştên îro ne rojawan e dikin...
Em biaqil nabin û we selam...
XXX
Gava yek welatê meriv dagir bike, neyartiya meriv bike, zimanê meriv, ala meriv yasax bike, nehêle meriv ji bindestiyê derkeve, bibêje gerek kurd nebin xwedî dewlet, gerek tu carî Kurdistan çê nebe û meriv dîsa jî bibe hevalê wî, bi Xwedê ev hur bênamûsî ye. 

Yekî neheqî û zulm li meriv kir, heqê meriv xwar, welatê meriv dagir kir, meriv jê hez nake, pê ra hevaltiyê nake, dema bike navê wê bênamûsî ye, ew jî ne şeref e...
XXX
Di jiyanê da carnan poşmanî baş e. Ji meriv ra dibe tecrûbe. Meriv bi şaşiyên xwe dihese û dixwaze careke din biaqiltir hereket bike.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE