16 juli 2019

Ji ber xutbeya îniyê bi kurdî xwend 6 sal û 3 meh ceza danê



Mahkima Cezayê Giran ya Diyarbekrê ji bo xutbe bi kurdî xwendiye 6 sal û 3 meh ceza daye meleyê teqawid Abdulqadir Anar. 

Li gorî dewleta tirk nabe kurd xutbeya îniyê jî bi kurdî bixwînin, gava mele xutbeya îniyê bi kurdî bixwîne ev dibe ”terorîzim” û piştgiriya PKKê.


Mesela me û dewleta tirk bûye mesela gur û berx. Gur biryar dabû berx bixwe, ji berxê li jêrî kaniyê, ji erqê av vedixwar got tu ava min şolî dikî.

Berx li jêrê kaniyê ji erqê av vedixwar û gur jî li ser kaniyê bû. Lema jî ne mimkûn bû berx ava gur şolî bike.


Hukûmeta AKPê jî biryar daye kurdî yasax bike, kurdê li dij rabe bavêje zindanê. Lema jî maneyekê, hincetekê dibînin.




Abdulgafur Ateş mele a.qadir ne bitenêye dema wî bi kurdî xutbe dixwedn minjî (me bi hezaran) lipey'wÎ nimêj dikir...

Şevger Çolo De bila kurd jî dest ji îslamê bikşînin ev çi seytiye yek dewleta misilmana jî nabêjê ev mafekî şirhî ye tev kuçik in

Mence Aldur Li tevayiya cihane, xelk bi zimane xwe ibadeta xwe dike. Cima tene ji bo kurda nabé?? Zihniyeta faśist û nijatperest. Mala melaye kurd hazar cari ava û her hebé

Ibrahim Malgir 12 éloné ji babé min re got, berîya xutbé, bi Kurdî weiza ji wan re neke! Derbe derbe ye! Silav û réz jibû te Mamoste

XXX

Di şîvan da xwê lazim e, lê xuya zêde xwarinê şor dike. Gotina, galgala herî lazim, herî xweş jî gava pir were dubarekirin ji tahmê derdikve, meriv aciz dike.
Her tişt di ciyê xwe da û bi pîvan xweş e, neqarata zêde meriv ji sitranê bêzar dike.
Silav carê tê dayin, ne hezar carî...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE