24 juli 2019

Îro ji bo me rojeke REŞ e !



Îro rojeke me ya herî REŞ e. 96 sal berê di 24ê tebaxê da bi Peymana Lozanê me welatê xwe ji dest da û em ketin bin destê tirkan.

Peymana Lozanê 96 sal berê di 24ê temûzê da li bajarê Îswîçreyê li Lozanê hat îmzekirin. 


Peyman di nabêna Îniltereyê, Fransayê, Îtalyayê, Japonyayê, Romanyayê, Yugoslawyayê, Yûnanîstanê û komara Tirkiyê da hat îmzekirin. 

Tirkan bi Peymana Lozanê Peymana Sevrê dan betalkirin û Peymana Lozanê bi Îngilterê û Fransayê dan qebûlkirin. 

Peymana Sevrê di 10ê tebaxa 1920a da li Sevrê bi Dewleta Osmanî ra hatibû îmzekirin. 

Di Peymana Sevrê da avakirina dewleteke kurdî li Bakûrê Kurdistanê, yanî li beşê nuha di bin dagirkeriya Tirkiyê da ye, hatibû qebûlkirin. 

Lê belê kemalîstan nûnerên kurdan xapandin û çend kurd girtin nava Heyeta Lozanê û wan kesan jî gotin em naxwazin ji tirkan veqetin û Kurdistaneke serbixwe ava bikin.

Meriv kane bibêje serokên tirk jîr, zane û nasyonalîst bûn û yên kurdan jî nezan, cahil û korfahm bûn. Lema jî kurd rehet xapandin û kirin bindestên xwe.

Di Peymana Lozanê da yên herî bêtir li karê derketin tirk bûn, him nehîştin Kurdistan çê bibe û him kurd kirin bindest û him jî Îzmîr jî di nav da, gelek bajar û erdên yûnan kirin malê xwe.

Lema jî yên li zirarê derketin kurd û yûnan bûn. 

Bi Peymana Sevrê kurd bûbûn xwedî mafê avakirina dewleteke kurd, bi Peymana Lozanê kurdan ew maf ji dest xwe dan û bûn miletekî bindestê tirkan û ereban. 

Yûnanîstanê jî bi Peymana Lozanê Îzmîr û gelek erd ji tirkan hîşt. Bi Peymana Lozanê sînorên Tirkiyê yên îro hat diyarkirin û tirk bûn xwedî dewleteke serbixwe û em kurd jî bûn koleyên wan.

Ji bo wê jî 24ê tebaxê di tarîxa me da roja herî reş e, 96 sal berê di 24ê tebaxê da em ketin bin destê tirkan û ji wê rojê û vir da ye em hîn bindest û êsîrên tirkan in û rûbirûyî jenosîdeke mezin in.

Di nava 96 salan da tirkan piraniya kurdan asîmîle kirin û kirin tirk û dixwazin 5-6 milyonên hîn neheliyan e, hîn nebûne  tirk jî di demeke kin da bikin tirk û ev îhtîma jî pir ne dûr e, tirk gelkî nêzîkî vê hedefa xwe bûne.

Hukûşmeta AKPê dixwaze vê merheleyê dirêj neke, zû biqedîne. Ji bo wê jî teroreke mezin li hemberî kurdan didin meşandin.

Tirkan bi Peymana Lozanê him nehîştin Kurdistan çê bibe û him jî kurd û welatê wan xistin bin destên xwe.

Tirk nuha jî li Sûriyê, li Rojavayê Kurdistanê nahêlin kurd ji bindestiyê rizgar bibin û Kurdistan çê bibe. Mêrikan li Lozanê bi ser ketin, hêvî dikim li Sûriyê bi ser nekevin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE