22 juli 2019

Însan teryrekî bêper û bêbask e, em dîsa vegeriyan hêlîna xwe...



Erê, erê, rojên bi jimar çiqas pir bin jî zû diqedin, ez û xanim çûn geriyan, geriyan û nuha jî em li malika xwe ne.

Însan teyrekî bêper û bêbask e, dûr difire, nêz difire û dû ra jî vedigere hêlîna xwe.

Berê em li Lundê û li derû dora wê û dû ra jî li Kopenhagena şîrîn têra xwe geriyan û îro jî em vegeriyan, hatin hêlîna xwe...

Her tişt bû xewneke derewîn, bû bîranîneke xweş û helbet mijara vê nivîsê jî.


Swêdî dibêjin derve xweş e, lê mal xweştir e(borta bra, men hemma bäst/East or West, home is best).

Yê me jî bû ev mesele, berê em çûn du şevan li Lundê li ba lawikê xwe Azad man û ji wir jî me lêxist, em çûn paytexte Danîmarkê Kopenhagenê ba hevalan.



Em sê rojan jî li wir man.

Mala hevalên min Behzat Baskin, Mûsa Em û Mîrza Akar ava be, camêran sê rojan di ber me da gelkî westiyan, em li Kopenhagenê baş gerandin.


Em mîvanên heval Behzat Baskin bûn, lema jî ew ji her kesî bêtir di ber me da westiya, mala wî hezar carî ava be. 

Bi saya sere rêberiya wî ya mikemel, me der û dorên Kopenhagenê yên herî muhîm dîtin. 


Ji bo wê jî ez li ser navê xwe û navê xanima xwe bi taybetî spasî heval Behzat Baskin dikim. Bi mazûbaniya xwe ya ji dil me sê rojên xweş bi hev ra borand. Spas ji bo wî û ji bo hemû hevalên Danîmarkê.


Berê jî ez çend caran çûbûm Kopenhagenê, lê ji zû da bû. Lê îcar ne pir be jî em têra xwe lê geriyan. 

Min nizxanîbû Kopenhagen bajarekî hewqasî xweşik e, mîmariya bajêr pir xweş e, hemû avahî restore bûne û li gorî Stockholmê pir baqijtir e û der û dorên meriv lê bigere jî pir in.


Helbet em neçûn hemû derên muhîm, lê em li nava bajêr baş geriyan, me çend avahî, qesir û parkên bi nav û deng dîtin.

Ji şansê me ra herdu rojên pêşî hewa pir xweş bû, baran tunebû û dinya germ bû. Lema jî em bi Behzat xoce ra li nava bajêr peyatî baş geriyan. 


Me li her derê jî ciyê parkê dît, ew jî pir baş bû, gera me rehet kir.

Me bilêta çûyinê tenê birrî bû, me got dilê me kînga bixwaze emê wê çaxê vegerin. 

Lê do ji şansê me ra trên tunebû, gotin li alî Swêd di xetê da arizeyek derketiye, ewê sibe jî yanî îro jî tunebe.

Ji ber wê jî em ne bi trênê, bi otobozê vegeriyan. 

Donzde saet ajot. 

Do bi şev saet di 19.15a da em bi rêketin, îro saet di 07a da em gihîştin Stockholmê. 

Donzde saet rêwîtî û him jî bi şev meriv diwestîne. Bi roj ba ewê xweştir bûya. 

Lê ew jî derbas bû û nuha em li malika xwe ne û tiştê ji me ra ma tenê çend bîranînên xweş û şîrîn in.


Gerra me xweş bû, hêjayî westa me bû. Em him ji xwe ra pênc rojan geriyan û me him jî çend hevalên serê salan e nedîtibûn dîtin û sê rojên xweş bi wan ra derbas kirin.


Carek din gelek spas ji bo birayê mine ezîz Behzat Baskin, Mûsa Em, Mîrza Akar û hemû hevalên hatin dîtina me…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE