27 juli 2019

Heft mange


Mêrikê gundî ji bo lawê xwe bide xwendin heft mangeyên li ber mala xwe firotin.
Lê lêwik zanîngeh neqadand û nebû tiştek. Rebeno ji qahra dilê xwe li çonga xwe dixist û digot:

-Ez çi merivekî bêtalih im, min heft mangeyên xwe yên çavreş fedayî gayekî totikvala kirin…


Masiyên teze
Li bazara masîfiroşan jinikê bala xwe da masiyên di nava satilê da hol dibûn û ji masîvan pirsî:
-Lawê min ma masiyên te teze ne?
Masîvan keniya û got:
-Na xaltî, me pîl bi wan ve kiriye û wan didin holkirin…



Şiîra Jîro

Dilê Jîro ketibû keçikekê, ji derdê evîna xwe şiîrek li ser nivîsî.
-Sibehan nikanim xurîniya xwe bikim, çimkî tu wer di bîra min da yî.
Danê nîvro nikanim navrojê(firavînê)bixum, çimkî tu di bîra min da yî.
Êvaran nikanim şîvê bixum, çimkî tu wer di bîra min da yî.
Bi şevan xewa min nayê, nikanim rakevim, çimkî birçî me, zikê min ji birçîna dike qurequr

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE