24 juli 2019

Gotina dirêj



Mamoste di dersê da ji Ferzendê biçûk ra got:
-Gotineke dirêj bibêje.
Ferzend got:
-Lastîk.
Mamoste bi numûneyê qayil nebû, got:

-Lastîk ne gotineke dirêj e, gotinên jê dirêjtir hene.
Ferzend got:
-Mamoste, lastîkê gava meriv bikşîne dirêj dibe…


Îmtihan
Şêrgo ketibû îmtihanê. Êvarî li malê bavê wî jê pirsî, got:
-Îmtihana te çawa derbas bû, te kanîbû bersîv bida hemû pirsan?
-Erê, min yek bi yek bersîv da hemû pirsan.
-Pirs çi bûn, te çi bersîv da?
-Weleh min ji hemû pirsan ra got ez nizanim…

Pirsa tarîxê
Mamoste di dersa tarîxê da ji Jîro pirsî:
-Ji min ra çend tiştên sed sal berê tunebûn, lê nuha hene bibêje.
Jîro hinekî fikirî û dû ra got:
-Mesele sed sal berê ez tunebûm.
Mamoste keniya, got:
-Ez zanim tu tunebû, hin numûneyên din bide…
-Mesele tu jî tunebû…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE