26 juli 2019

Erdogan gotiye di wextekek kin da ewê Minbicê û Kurdistana rojava dagir bikin


Erdogan îro hîn cidî û hîn vekirîtir gotiye bira kurdên Kurdistana rojava xwe ji şer ra hazir bikin, di demeke kin da ewê Minbicê û hemû rojhilatê Ferêt yanî hemû Kurdistanê dagir bikin.

Bi baweriya min gefa wî ne blof e, pir cidî ye û ewê Amerkayê biceribînin. 

Dixwazin baş bizanibin hela Amerîka ewê kurdan biparêze ya na, ewê şerê wan bike ya na? 

Vê yekê hîn rindikî nizanin. 

Çimkî amerîkî ji wan ra nabêjin heger hûn êrîş bikin emê li we xin. 

Tirk dibêjin em êrîş bikin Amerîka ewê şerê men eke. Lema jî bi îhtîmaleke mezin ewê li çend ciyan şêla Amerêkayê test bikin.


Hêvî dikim Amerîka û Fransa li hemberî êrîşê bêdeng nemînin û paş da venekişin. 

Heger li hemberî êrîşeke Tirkiyê Amerîka kurdan neparêze tiştê li pêş miletê kurd felaketeke pir mezin e. 

Ewê ji Efrînê xerabtir bikin. 

Mêrikan dixwazin koka me biqelînin, tiştê anîn serê êrmeniyan bînin serê me jî û Kurdistanê ji kurdan paqij bikin. 

Heger dinya bêdeng bimîne û wek Efrînê li êrîşa wan temaşe bike rewş pir xerab e, hêza me tenê têrê nake.


XXX
Gava yek welatê meriv dagir bike, neyartiya meriv bike, zimanê meriv, ala meriv yasax bike, nehêle meriv ji bindestiyê derkeve, bibêje gerek kurd nebin xwedî dewlet, gerek tu carî Kurdistan çê nebe û meriv dîsa jî bibe hevalê wî, bi Xwedê ev hur bênamûsî ye. 

Yekî neheqî û zulm li meriv kir, heqê meriv xwar, welatê meriv dagir kir, meriv jê hez nake, pê ra hevaltiyê nake, dema bike navê wê bênamûsî ye, ew jî ne şeref e...

XXX
Ev nivîs jî min do nivîsî bû. Erdogan wa ye îro gotiye ji bo êrîşê wan hemû haziriyên xwe temam kirine.

Tirkiye li serê hemû kurdan bûye belayeke pir mezin, her gav kanin êrîşê rojavayê Kurdistanê bikin. Kurd li sûriyê bibin xwediyê çi mafî Îran, Îraq dengê xwe nake, yên har bûne tirk in. Dibêjin heta tirk hebin ewê tu carî nehêlin kurdên rojava bibni xwedî statuyeke siyasî û ewê tu carî nehêlin Kurdistan çê bibe, kurd bibin xwedî dewlet. 

Ne hukûmet tenê, hemû partiyên siyasî û herî kêm ji sedî 99ê tirkan dibêjin gerek hemû rojava wek Efrînê were dagirkirin. Hukûmet bibêje na em dagir nakin, miletê bi tevr û bêran, bi kevir kuçikan êrîş bike.

Însaniyetê heta nuha belayeke wiha nedîtiye. 

Dewleteke mezin, xurt, ji ber ku kane bi me, li tu dera cîhanê rehetiya nade me, nahêle em li tu beşekî welatê xwe azad bibin, dixwaze koka me biqelîne. 

Tirk eşkere dibêjin hûnê heta û heta koleyê ereb, faris û tirkan bimînin.

Ne Amerîka bûya ji zû da hemû rojava wek Efrînê dagir kiribûn û bi sedhezaran kurd qir kiribûn.
Hedefa wan Kurdistana rojava ji kurdên paqij bikin...
Yanî tiştê anîn serê êrmeniyan dixwazin bînin serê me kurdan jî.
2019-07-25

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE