07 juli 2019

Emê te tu carî ji bîr nekin !

Wedat Aydin


Gernasê miletê kurd,  kurdperwerê canfîda û kelemê çavên hemû neyaran, egîd û mêrxasê rojên giran Wedat Aydin, 28 sal berê, di 5ê temûza 1991ê da li Diyarbekrê bi şev ji alî qatilên dewletê ve ji mala xwe hate revandin û bi namerdî û hovîtiyeke nedîtî kuştin. 

Termê wî di 7ê temûzê da li nêzî Madenê hat dîtin. 

Cenazê wî di 10ê temûzê da li Diyarbekrê bi kîtleyeke pir mezin hat rakirin. Hêzên dewletê gel gulebaran kir û di êrîşê da 6 kes hatin kuştin û gelek kes jî birîndar bûn.

Qetilkirina Wedat Aydin û qetlîama di merasima cenazeyê wî da bû destpêka bi hezaran cînayetên dewlwetê yên bi navê ”qatilnediyar.”


Lê helbet qatilên Wedat jî û yên bi hezaran kurdên din jî diyar bûn, ji bo ku çeteyên dewletê bûn heta nuha ne qatilên Wedat û ne jî yên bi hezaran kurdên din yek jî nehat girtin.

Îro 28emîn salvegera vî gernas û canfîdayê lawê kurd Wedat Aydin e.

Ez vî kurdperwerê mezin û qehremanê ziravpiling di 28 saliya şehadeta wî da bi hurmet bibîr tînim. 

Wedat Aydin kurdperwerekî ji dil û can kurd bû, canfîda û bêperwa bû, ew kelemê nava çavê neyaran bû, xwediyê doza xwe û mêrekî dilpola bû, çavê xwe ji felkê nedikuta, di rojên herî giran da tim di nava gelê xwe da di refên pêşî da bû.

Bi tena serê xwe dajot ser çeper û kemînên dijmin û ew ji hev tarûmar dikir.

Vê cesaret û bêperwatiya Wedat Aydin, dijmin gelkî nerehet dikir û loma jî gelek caran ew girtin, avêtin zindanê, gef lê xwarin. Lê wî tu carî dev ji xebata xwe berneda û loma jî ew qetilkirin.

Wedat Aydin, şehîdê miletê kurd e. Em hevalên wî yên têkoşînê û gelê kurd Wedat Aydin û hemû şehîdên doza kurd û Kurdistanê tu carî ji bîr nakin.

Wedat Aydin û hemû şehîdên doza Kurdistanê di dilê me da dijîn û em bi hurmet hemûyan bibîr tînin û soz didin emê ala wan tu carî li erdê nehêlin û Kurdistana ku Wedat Aydin ji bo wê canên xwe feda kir emê miheqeq rizgar bikin.

Di 28 saliya şehadeta wî da mêrxasê bi nav û deng û hevalê xwe yê doza kurd û Kurdistanê Wedat Aydin bi hurmeteke û bi hezkirineke kûr bibîr tînim.

Emê miheqeq hesab ji qatilan û ji yên emir dan wan bipirsin…



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE