13 juli 2019

Em Dr. Qasimlo di 30 saliya şehadeta wî da bi hurmet bibîr tînin

Dr. Abdurehman Qasimlo


13ê temûza sala 1989a di dîroka miletê kurd û PDK-Îranê da rojeke reş e. 

30 sal berê di 13ê temûzê da serokê PDK-Îranê Dr. Ebdurehman Qasimlo û hevalên wî Dr. Fazil Resûl Ebdulah û Qadirî Azer li paytexta Awusturya li Wîyenayê ji alî qatilên Komara Îslamî ya Îranê ve bi namerdî hatin kuştin.

Bi qetilkirina Dr. Qasimlo û hevalên wî Dr. Fazil Resul Ebdulah û Qadirî Azer Îranê derbeyeke mezin li PDK-Îranê û li tevgera kurd ya netewî ya Kurdistana rojhilat xist.


Şehadeta Dr. Ebdurehman Qasimlo ne ji bo Kurdistana Rojhilat tenê, ji bo tevgera kurd ya herçar perçeyên Kurdistanê jî wendakirineke pir mezin e.

Dr. Qasimlo ji bo hemû kurdan li seranserê cîhanê nûnerekî miletê kurd yê bêemsal û yekta bû.

Komara îslamî ya terorîst ev yek zanîbû û lema jî Dr. Qasimlo da kuştin û bi vê yekê jî darbeyeke mezin li hemû kurdan da.


Dr. Qasemlo di sala 1978a da li Parîsê çend caran çûbû ba Xumeynî û mesela kurd û Kurdistanê pê ra peyivîbû û jê hin soz girtibûn. Xemeynî di hevdîtinan da xwe li dijî kurdan û dana mafê wan nîşan nedabû.

Lê belê di adara 1979a da, di hevdîtina xwe ya bi heyeta kurd ra li dijî muzakereyan derket û got ”di îslamê da kurd, azerî, fars, netewe, mînorîtet filan tuneye. Em hemû ji ometa Xwedê ne…”
Piştî vê, Qasimlo êdî ji Xumeynî fêm kir û ji kurdan ra got:

”Em kurd ji xayinên xwe ra dibêjin cahş. Ji nuha û pê da her kurdê ji gotinên Xumeynî bawer bike cahş e.”

Di ser şehadeta Dr.Qasimlo ra 30 sal derbas bû, lê dewleta Awusturya hîn jî ev cînayeta hov eşkere nekiriye, qatil negirtine û ji Komara Îslamî ya Îranê ya terorîst û qatil ra tiştek negotiye.

Gelê kurd Dr. Qasimlo û hemû şehîdên kurd û Kurdistanê tu carî ji bîr nake, Qasimlo û hevalên wî Dr. Fazil Resul Ebdulah û Qadirî Azer di dilê miletê kurd da şehîdên nemir in...

Kurd di demek nêzîk da ewê heyfa Dr. Qasimlo û hemû şehîdên Kurdistanê bi avakirina Kurdistaneke serbixwe ji rejîma îslamî ya terorîst û ji hemû dijminên xwe bigrin...

Em zanin qatilên dijminên me pir in, ew kanin me bikujin, lê ewê tu carî nikanibin rê li ber avabûna Kurdistaneke serbixwe bigrin...

Ez Dr. Qasimlo û hevalên wî Dr. Fazil Resul Ebdulah û Qadirî Azer di 30 saliya şehadeta wan da bi hurmet bibîr tînim.

Bijî azadî û serxwebûna Kurdistanê!
Bijî dewleta kurd!
Bimre bindestî û bêdewletî !

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE