09 juli 2019

Dostî yekalî nabe


Hukûmeta Kurdistana Federe, gelek kurdên başûr Tirkiyê û tirkan dijminê xwe nabînin, lema jî dixwazin bi wan ra kar, hevakriyê, dostiyê, tîcaretê bikin. 

Bi kêfxweşî diçin li Tirkiyê tahtîla xwe derbas dikin.

Bi kêfxweşî û bi hezkirineke ji dil tirkî fêr dibin û li muzîka tirkî guhdarî dikin.


Tirkekî faşîst, qet bi kurdî nizane û naxwaze fêr jî bibe kane li Hewlêrê kar û tîcarerê bike û yên dikin pir in.

Yanî kurdên başûr, bi kêmanî gelekên wan wek ji ereban aciz in, ji tirkan ne aciz in, heta ji tirkan hez dikin. 

Heger bi vê siyasetê tirkan jî wek wan dijminatiya kurdên başûr û hukûmeta Kurdistanê nekira, minê bigota herdu serî ji hev ra dibin, lema jî normal e, bi vê siyasetê kurdên başûr him karê xwe dimeşînin û him jî ji bela tirkan xelas dibin.

Lê em em zanin realîte û rastî ne wiha ye, hukûmeta AKPê jî, dewleta tirk jî û tirk bi xwe jî kurdên başûr jî bi qasaî kurdên bakur neyarê xwe dibînin.
 
Ji bo ku ji "bela" kurdên bakur xelas bibin, kurdên başûr xwe ji kurdayetiyê bêrî jî bikin, bibêjin heyran em kurdên bakur ne yek milet in, tu têkiliya me bi wan ra tuneye, tirk dîsa jî bela xwe ji wan venakin.

Ji bo wê jî kurdên başûr dijminatiyê Tirkiyê nekin jî, dilsozê Tirkiyê bin jî, bi wan ra tîcaretê bikin û zarokên xwe teslîmî Galatasarayê bikin  jî Tirkiye û tirk dîsa jî dev ji neyartiya Kurdistana Federe û kurdên başûr bernadin.

Me di mesela Kerkûkê û referandûmê da ev rastî û ev ruyê Tirkiyê û tirkan baş dît.

Kurdên başûr xwe ji tirkan ra bikin erd jî, hemû Kurdistanê bikin koloniya Tirkiyê jî, Tirkiye û tirk nabin dostên kurdên başûr û dev ji neyartiya wan bernadin.

Ji ber wê ye jî bertîl û siyaseta pişopişo, ”dostî û tîcaret”, teslîmkirina zarokan ya Galatasarayê Tirkiyê û tirkan tu carî nerm nake.

Tirk van tiştan û îmakanan îstîsmar dikin û  ji bo neyartiya xwe bi kar tînin. Bi rêyên kar, siyasî, kulturî, sportîfî û tîcarî li Kurdistanê bi cî dibin, ji xwe ra zilaman peyda dikin, sîxuran çê dikin.
 
Heta kurdên bakur hebin û bindest bin, Tirkiye û tirk ewê tu carî nebin dostên kurdên başûr û tim gorra wan bikolin. 

Dibê berpirsiyarên hukûmeta Kurdistanê û hemû kurdên başûr vê rastiyê baş fêm bikin û nehêlin tirk li Kurdistanê xurt bibin û heta mimkûn e dibê xwe ji tirkan dûr xin.



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE