31 juli 2019

Dibê meriv biwêribe hez bike


Hezkirin hisekî xweş e, meriv dilşa dike, enerjiyeke pozîtîf dide bedena meriv, dilê meriv mijûl dike, jê ra karekî dibîne, hêviyekê pê ra çê dike. 

Yanî hezkirin hisekî xweş e, dibê meriv ji hezkirinê bêpar nemîne, biwêribe hez bike...


Meriv hez bike baş e, bibe dildar û sewdaliyê dîlberekê, welatekî, azadiyê, serxwebûnê xweş e, maneyeke jiyanê çê dibe, meriv naweste, ji jiyanê aciz nabe.

Ez ji welatê xwe, ji zimanê xwe, ji bajarê xwe, ji hêvî û xeyalên xwe hez dikim...

Û yê nahêle ez bêhêvî bibim û têkevim ber destan ev e. 

Hezkirin, dildarî xweş e, dil pê tim rûgeş e...

XXX
Gava ez li vê cîhana derewîn rastî kurdên zana û kurdperwer têm gelkî bextewar û dilşa dibim. 

Hin kurd hene gotinên mezin nakin lê belê karên mezin dikin. Bi derziyê bîrê dikolin.

Xwedê kir ew hene. Bi xêra kesên wiha edebiyat û zimanê me gul vedaye û ji nifşan gihîştiye nifşan. 

Tiştê herî bêtir min matmayî dike, gava yek bi tirkî ji hinên din ra dibêje "çima hûn bi tirkî dinivîsin?"

Cixare di nava bêçiyên meriv da be meriv ji xelkê ra nabêje çima hûn cixarê dikşînin?

Berî meriv şîretan li xelkê bike dibê meriv bi xwe li gorî şîretên xwe bijî.

XXX
Li ortê rastiyek heye, tirk dixwazin bi darê zorê me bikin tirk û Kurdistanê jî li xwe bihelînin.

Çend îhtîmal hene.

Ya tirk ewê dev ji vê siyaseta xwe berdin û bi rehetî mafê me bidin. 

Ev yek îro mimkûn xuya nake.

Îhtîmala din jî emê bibin tirk û biqedin.

Ya jî emê zora wan bibin û kurd bimînin û Kurdistanê ava bikin.

Wekî din tu rê tuneye.

XXX
Rejîma zimanê miletekî, ala miletekî, navê welatê miletekî yasax bike, nehêle zarokên miletekî bi zimanê xwe bixwînin rejîma herî irqçî û herî faşîst e, li ruyê dinyayê ji wê xerabtir û pîstir rejîm û dûzan tuneye.

XXX
-Heger hûn bi berêz ra navê bigrin(gulaşê bikin) hûnê herdu jî di çamûrê, di gerekê bigerin û berazê bi viya pir kêfxweş bibe.

Meriv hefza xwe ji berazan bike, xwe bi ber teqala merivên ne layiq nexîne baştir e.


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE