27 juli 2019

Di Seyahatnameya Ewliya Çelebî da sansora li ser navê Kurdistanê



Dibêjin Hîtler gotiye, ”heger tu derewekê demeke dûr û dirêj û têra xwe bi qerepere û bênabên dubare bikî însan ewê jê bawer bikin. Ji bo însan ji derewekê bawer bikin dibê tu wê tim û bênabên dubare bikî. Tenê dubare, dubare, dubare…”

Ji roja Tirkiye ava bûye û virdaye tirk vê felsefeya Hîtler li hemberî kurdan û Kurdistanê bi cî tînin, Kurdistan tuneye, Kurdistan tuneye, Kurdistan tuneye…


Nufûsa kurdan li Kurdistanê û li Tirkiyê herî kêm  li dora 25-30 mîlyonî ye, lê tu kitêbeke dersê ya tarîxê da kurd û Kurdistan tuneye. Îran, îranî, Îraq, Sûriye û ereb hene, lê kurd û Kurdistan tuneye.
 
Hema hema ev sed sal in ev siyaseta irqçî û faşîst, ev derewa bêbingeh enjektetî mejiyê tirkan dikin.

Navê Kurdistanê ji hemû ferhengan, ji ansîklopediyên herî bi nav û deng,  ji romanan, ji şiîran, ji wergeran, ji belge û kitêbên tarîxê derdixin. 


Ji bo ku derewa Kurdistan tuneye bi tirkan û bi kurdan bidin qebûlkirin. Û pir hindik bi tirkan dane qebûlkirin jî.

Ji bo tirkan êdî Kurdistan tuneye û gava rastî navê Kurdistanê tên bi bêexlaqî diguherin, tahrîf dikin. Êdî milet jî vê sextekariyê dike. 

Banka Yapi Kredîyê (Yapi Kredî Bankasi)di çapa Seyahetnameya Ewliya Çelebî ya 2010a da navê KURDISTANÊ sansor kiriye, guhertiye. 

Di kitêbê da di 126 ciyên navê Kurdistanê derbas dibe, ji dêlî Kurdistanê, guhertine, kirine ”Kurt Diyari” yanî ”Diyarê Kurdan”.


Di medyaya sosyal da li ser rexnekirina kurdan, Banka Yapi Krêdiyê beyaneke ji tahrîfatê irqçîtir û bêexlaqtir daye, gotiye:

”Paşpirtika îstana, sitana piştî gotina Kurdistanê, tê maneya diyar. Wek Gulistan yanî diyarê gulan. Kurdistan jî tê maneya diyarê, warê, ciyê kurd lê dijîn. Yên kitêb wergerandine bi tirkiya îro ev îfade rasttir dîtine.”

Ev beya Yapi Krediyê ji sextekariya tahrîfata wergerê xerabtir e.  Wergerên kitêbê (Seyit Alî Kahraman û Yucel Dagli) û weşanxeneyê ev sextekarî tenê li hemberî navê Kurdistanê kirine, ne li hemberî navê welatekî din. 

Meriv nikane navê welatan, navê coxrafyayeke tarîxî biguhere û jê ra navekî nuh îcad bike.

Wergêr û weşanxaneya Yapi Krediyê li hemberî navên Hindistanê, Belûcîstanê, Kazakîstanê, Tirkmenîstanê, Tacikîstanê guhertineke wiha nakin, ne mimkûn e bikin û dû ra jî bi beyaneke wiha biparêzin. Vê sextekariyê tenê li hemberî navê Kurdistanê dikin. 

Ji ber ku beşê Kurdistanê yê herî mezin di bin dagirkeriya Tirkiyê da ye, lema jî Kurdistanê înkar dikin, naxwazin tirk vî navî bibihîzin, naxwazin ev nav di hafizeya tirk û kurdan da zindî bimîne.

Lê ev sansor ne cara pêşî ye, berî nuha jî bi sedan numûneyên wiha hene. Lê tiştê baş xêra medyaya sosyal kurd êdî bêdeng namînin, sextekariyawan îfşa dikin. Berê ji wan ra dime, nuha bi riya medyaya sosyal sextekarî veşartî namîne, kurd wan pîs dikin.


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE