14 juli 2019

Dayê, di ÇELÊ te da te bi hezkirineke mezin bi bîr tînim



Îro çelê(40)wefata dayika min e, dayika min çel roj berê ji vê dinyayê û ji me xatir xwest û çû gerdûna xwe ya ebedî. 

Roja wefat kir ji heft(7) zarokên wê tenê yek li ber serî bû, em her yek li derekê bûn, çi heyf me hemûyan nikanêbû di wê bîstikê da li dora wê bin.

Îro jî em hemû di mewlûda wê da ne hazir in...

Çel roj zû buhurîn, îro mewlûda wê ye. Birayê min Faîq bi WhatsAppê dengê mewlûdê ji min ra şandiye.


Ya mewlûdê dixwîne dozmama min e, yeka li ber dilê min û li ber dilê diya min pir ezîz e. 

Rahmetiya diya min pir jê hez dikir û ji bo rahmetiyê bavê min tim mewlûd û yasîn pê dida xendin. Wa ye xwendina mewlûda wê jî bû nesîbê wê.

Surprîzên dinyayê pir in…

Di çelê wê da dayika xwe ya kurdperwer, cefakar, zana, bîrbir û hosta çîrok û metelokan bi hezkirineke kûr bibîr tînim, heta ez sax bim ezê tim û tim bi hurmet û hezkirin qala wê bikim. 

Di me û bavê min da gelek kişand, gelek rojên tahl û ne xweş dîtin û gelek tişt da zarokên xwe. Gelek bîranîn, gotin, dîlok û çîrokên xweş li pey xwe hîştin. 

Gorra wê behişt be. Jineke bi gotin, bi kultur û xwedî marîfet bû. Ez  gelek tiştên baş û hêja jê fêr bûm. 

Kurdiyeke pir baş fêrî min kir. Îro ez van rêzan bi xêra wê dinivîsim, heger wê ev kurmancîya şîrîn fêrî min nekira, ev ziman nexista devê min, minê nikanîbûya ev çend rêz binivîsîya.

Û di dawiyê da ji dozmama xwe ya mewlûda diya min xwend û guhdarîkirina dengê wê bû nesîbê min jî gelek spas.

Spas ji bo birayê min Faîq û xanima wî jî, ew jî gelkî westiyan. Di nava hemû zarokên wê da yê herî bêtir pê ra westiya birayê me yê biçûk Faîq e. Ez li ser navê dayika xwe û li ser navê xwe û hemû xweşik birayên xwe yên din spasî wî û xanima wî dikim.


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE