15 juli 2019

Cehnime



Sofî Reşîd wefat kir. Hin guneh munehên wî yên biçûk hebûn, ew birin cahnimê. Çer ji derî ket hundur, zebanî lê kom bûn, feqîro çiqasî got hela rawest in, mesele çi ye, kesî guh nedayê, bi sîle û pihînan çûnê, tep rep, ew baş nerm kirin. Sofî bi dengekî melûl ji zebaniyan ra got:


-Weleh heger kî were vir hûn lê wiha bikin, kes riya xwe bi vir naxe, dibê hûn wiya baş bizanibin.

Diran
Mamoste di dersa zanistên jiyanê da dûr û dirêj qala diranan, navê diranan û girîngiya paqijiya wan kir. Di dawiya dersê da bala xwe dayê yekî li rêza dawî vir da wê da dilîze, li dersê guhdarî nake, jê pirsî:
-Çend cûr, çend babet diran hene?
Lawik piştî ku hinekî fikirî got:
-Diranê saxlem, diranê kurmî û diranê sexte...

Merivê herî bextewar
Ji xortê nuh zewicî bû pirsîn, gotin:
-Bi ya te li dinyayê merivê herî bextewar kî ye?
Xort got:
-Bavê me Hz. Adem e.
Gotin:
-Çima?
-Ji bo ku xwesiya wî tunebû…

Zewaca şaş
Jinikê bala xwe da gustîla di tiliya hevala xwe da û jê pirsî:
-Tu çima gustîla xwe dixî tiliya xwe ya şaş ?
Jinikê got:
-Ji ber ez bi merivekî şaş ra zewicî me…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE