08 juli 2019

Berî tu herî baş bifikire


Li ser sirgûnê û dîasporayê gotineke Mîlan Kundera ya pir xweş û rast heye. 

”Berî tu herî baş bifikire; çimkî di vegerê da tiştê tu yê bibînî, ewê bi tiştê di çûnê da te li pey xwe hîşt tu carî ne yek bin.”

Nivîskarê mezin çiqasî rast û xweş gotiye. 


Piştî 30 sal sirgûn, di vegerê da tiştên di çûnê da min li pey xwe hîştibûn min yek jî wek xwe nedît, hemû ya wenda bûbûn ya jî bûbûn tiştekî din. 

Êdî ne war ew warê min hîştibû, ne jî hogir û heval, ew nas û dost û hevalên berê bûn.

-Bi însanan ra bi axaftina rû bi rû hûn kanin her gelşê çareser bikin. Lê belê hin însan tê hember te, tu nizanî tu yê bi kîjan ruyê wî ra bipeyive.
///Mewlane

-Li dera te nig avêt ji ber min da û ez xistim, ez dest bi jiyanê dikim. Bira çongên min di nava xwînê da bimîne, çawa be ewê bi qasî dilê min neêşe.
///Şems-i Tebrîzî

Gotina rast rast e. Him rast gotiye û him jî xweş gotiye.
Tu birîn bi qasî birîna dil kûr nabe û naaxive. Birîna şûr û xencerê derman dibe, lê belê birîna di dil da vebe qet û qet ne di kewe û ne jî derman dibe...
Wer dimîne...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE