02 juni 2019

YNK bi Mam Celal ra çû gorrê !



Însan ji dayika xwe dibe, mezin dibe û rojekê jî dimre.

Partiyên siyasî jî wek însên in, rojekê çê dibin, demakê dijîn û dû ra şertên hebûna wan ji ortê radibin û wek însên ew jî dimrin, diçin rahmetê.

Yanî partiyên siyasî jî wek însên ne nemir in, ne ebedî ne…


YNK 44 sal berê bi pêşengiya Mam Celal ava bû û 44 sal in ji bo kurd û Kurdistanê xebateke hêja kir. Bi sedan, belkî bi hezaran kadir û pêşmergeyên YNKê di rêya azadî û serxwebûna kurd û Kurdistanê da canên xwe feda kirin. Di hebûna Kurdistana Federe da keda Mam Celal û YNkê pir e.


Lê YNK di sala 2017a da bi Mam Celal ra mir, wek partîyeke siyasî qediya. Rakirina miriyan ji gorrê çawa ne mimkûn e, zindîkirina YNKê jî êdî ne mimkûn e. YNK wek nav erê hîn heye, lê di praktîkê da bi Mam Celal Talabanî ra çû gorrê.

Di nava YNKê da sê, çar serî çê bûne, her yek tiştekî dibêje û her yek xwedî ajandeyeke cihê ye. Û ji bo wê jî li hev nakin, nikanin wek partiyekê tev bigerin, nikanin siyaseteke mişterek bimeşînin. 

Çimkî di nava wan da yekîtiyeke siyasî, îdeolojîk û heta exlaqî jî nemaye.

YNK, Mam Celal bû, bi wefata xwe ra bi xwe ra bir gorrê.

Lema êdî YNK tuneye, di nava YNKê da çend grûpên siyasî û îdeolojîk li dijî hev hene. Yekîtiya van kes û grûpan, bi hev ra mana wan ne mimkûn e. 

Ji nuha û pê da ne mimkûn e aktorên di nava îxaneta 16ê cotmeha 2017a da û yên li dijî wê îxanetê bûn bi hev ra bimînin, ji hev bawer bikin û bi hev ra siyasetê bikin. 

Şert û zemîna hebûn û berdewamiya YNKê wek berê nemaye. Çimkî rêya gelekan ji zû da ji hev veqetiya ye, dibê êdî her kes bide ser rêya xwe. 

Israrkirina zindîhîştina YNKê keftûlefteke beyhûde ye, kûz(cer) carê şikyaye û hew dicebire.

Yê bixwaze siyasetê bike, ji gel û welatê xwe ra kar û xizmetê bike ne şert e navê partiya wî YNK be.
 
YNKya îro heye ne ya Mam Celal e, bûye tiştekî din. Lema jî dibê meriv vê realîtê qebûl bike û kî  bi kê ra ye, kî çi dixwaze û çi diparêze dibê li gorî wê biraya xwe bide û tercîha xwe bike. Û rêya xwe bidomîne…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE