23 juni 2019

Yê bela we ji kurdan veneke ewê bela xwe bibîne


Tu hêz, tu qewet ne ebedî ye, rojek tê kesê, pêlewanê herî xurt, herî bi hêz jî kal dibe û ji qewet da dikeve.

Wek vê, tu îktîdar jî ne ebedî ye, rojek tê îktîdara dîktatorê herî zalim û herî bi heybet jî bere, bere qels dibe û dû ra têk diçe. 

Yê nemir gel e, hêza gel e. 


Hukimdarê Tirkiyê yê îro û şelafên li dora wî jî ewê serserî herin. Vê merhelê dest pê kiriye. 

Ev îktîdar û serokê wê jî ewê ji neyartiya gelê me poşman bibe. Ji xwe poşman bûne.

Lê êdî dereng e. Ev 40 sal in kurdan bedelekî pir giran da û di dawiyê da bûn xwedî îrade û xwedî raya xwe. 

Tu siyasetmedar, tu sextekar, tu dek û dolabên vekirî û eşkere êdî nikane kurdan bixapîne û bike hevalê celadê xwe.

Yên dibin hevalên neyar û celadên kurdan jî ji dilê kurdan derdikevin û bêrûmet dibin…



XXX
Li Tirkiyê tu hilbijartin wek ya sibe ewê li Stenbolê çê bibe ji bo kurdan û tirkan hewqasî bi zewq û heyecan nebûye.

Hilbijartineke pir xweş û bi bandor e.

Netîceya hilbijartinê çi be, kî qezenc bike ji bo min qet ne mhûm e û ezê pê neqeherim.

Heta nuha digotin Ekrem Îmamoglu ji sedî 4-5 li pêş e. Lê îro wa ye Bînalî Yildirim hinekî li pêş nîşan didin.

Ez dibêjim derewan dikin, dezînformasyon e.

Wer xuya ye serokê mezin emrê qezenckirina Bînalî Yildirim beg daye dewletê.

Bi baweriya min Îmamoglu ji sedî 5-6 û belkî jî hîn zêde li pêş e. Lê ez dibêjim dîsa jî ewê bi Bînelî Yildirim bidin qeznckirin. 

Çimkî biryar wer hatiye dayin û dewleta bindest û êsîr jî mecbûr e vî emrî bi cî bîne.

Lê heger texmîna min şaş derkeve jî ezê li ber nekevim û xemgîn nebim.

XXX
Ne şert e meriv li ser her tiştî û her bûyerê miheqeq tiştekî bibêje. Gava fikrekî meriv, gotineke meriv tunebe dibê meriv devê xwe bigre û belasebeb nepeyive.

Gotinên zêde û zorakî dû ra li serê meriv dibin bela.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE