02 juni 2019

Xapandina merivan bêexlaqî ye


Îdeolojî û siyaseta fanatîk hin kes pir bêexlaq kirine, kirine sextekar, kalpazan. 

Çend roj berê li ser Ferhad Pîrbal xeberek û vîdeoyek belav kirin. Di xeberê da dihat gotin hinekan lêxistine û serê wî şinandine. 

Min jî bûyer şermezar kir, min got zorbatî, serîşikandin ne rast e...


Lê nuha jî dibêjin ew xeber û ew vîdeo ne rast e, montaj e, dezînformasyon e.

Yanî hinekan kalpazanî, sextekarî kiriye.

Ev ne cara pêşî ye tiştên wiha dibin, berê jî, çend caran bûyerên wiha çê bûn.

Êdî meriv nizane çi rast e, çi vir e. Berê sextekarî û manîplasyonên wiha di nava kurdan da çênedibûn. Lê siyaseta fanatîk gelek kes kirine kalpazan.

Heger bi rastî ev xeber derew be pir şerm e. Kê kiribe bêexlaqiyeke mezin kiriye. Provakatorî ye.

Lê heger rast e û hinek bi zanetî dibêjin derew e ew jî pir şerm e û bêexlaqî ye. Şêlûkirina bûyerê ne xweş e, ew jî sexteakarî, kalpazanîyeke din e.

XXX
Di jiyanê da, di siyasetê da ya herî muhîm meriv ji şaşiyên xwe desrê û sûdê bigre, ji xwe ra bike sermiyan û aqil.
Heger siysetmedarên me ji kêmasî û şaşiyên xwe û pêşiyên xwe ders girtibûna nuha em di rewşeke gelkî baştir da bûn.

XXX
Do êvarî me 50 saliya xanima hevalê minê ezîz Qutbedîn, Perwîn Aliş xanimê pîroz kir. Gelek dost û hevalan hatibûn. Şevek xweş bû.
Bi hev ra gelek salên dilşad û bextewar derbas bikin…


XXX




Serokê belediya Bedlîsê yê AKPê lewheya belediyê ya bi kurdî rakiriye. Mêrik hewqasî neyarê kurda ye tehamulî lewheyeke kurdî jî nake.
Heger tamarek Şerefxan û kurdan bi betlîsiyan ra mabe ewê vê vê heqaretê qebûl nekin, bersîvekê bidin Nesrullah Tanglay.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE