03 juni 2019

Trump bersîveke giran da serokê belediya Londonê yê musilman



Serokê belediya Londonê Sadiq Khanê pakîstanî û dilsozê Daîşê û îslamîstan di TVya Sky Newsê da serokê Amerîkayê Donald Trump wek merivekî faşîst îtham kiriye û gotiyê, dibê ”hukûmeta me xaliya sor ji Trump ra ranexe.”


Sadiq Khan her çiqas bibêje ew ne dilsozozê Daîşê û îslamîstan e jî vir e, ev beyan û kîn û nefreta wî ya li dijî Trump jî nîşan dide ew him merivekî pir bêedeb e û him jî bi qasî daîşiyan îslamîst e.

Çêlikên maran bêjahrî nabin…

Viya ji bîr nekin.

Û çi heyf ewrûpî jî pir naîv in, zû ji însanan bawer dikin û pir rehet didin didin ser serê xwe û tînin derên pir muhîm. Yekî wek Sadiq Khan dibê hewqasî rehet nebûya serokê belediya Londonê. Gotinên Sadiq Khan ji Trump ra gotine gelkî giran in, ji rexeneyeke siyasî wêdatir in.

Sadiq Khan, di serdana Trump ya sala çûnî da jî gelek gotinên giran ji Trump ra kiribûn. Yanî ev ne cara pêşî ye Sadiq Khan vê bêedebiyê dike.

Lê Trump jî bersîveke pir xweş dayê, bersîveke tam heq kiriye û layiqî wî ye. Trump gotiye Sadiq Khan "bi bêedebî ehmeqiyê dike..."
XXX

Ji bo me kurdan di nabêna CHPê, AKPê da tu ferq tuneye. Ji bo kurd bindest bimînin û Kurdistan çê nebe CHPê çi kiribe, AKP eynî tiştî û çend qatan zîdetir jî dike. 

Kurdê AKPê ji CHPê baştir bibîne şelefê AKPê û dewletê ye, ji bo zilamtiya xwe veşêre demagojiyê dike.

XXX
Xerîbì, bêkesî, tenêtî tê kişandin, lê belê hesreta te, derdê dûriya ji te nayê kişandin. 

Ev hesret wek kuleke bêderman e, roj bi roj, sal bi sal mezin dibe. Dilê min ji hesreta te bûye tiraf, hedanê nade ruhê min.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE