20 juni 2019

Te li hev nexist



Du dîn li kêleka hewzekî(birkekê)rûniştibûn û bi avê dilîstin.

Yekî dendiyek şekir avêt ji nava hewz da û xwar bû û gulmek av jê vexwar. Dû ra tû kir, got elq...

Hevalê wî got:

-Çima te tû kir ?

-Ma te nedît, min dendiyek şekir avêt nav, lê dîsa jî şîrîn nebûye.
-Kêmaqilo te li hev nexist lema şîrîn nebûye…


Qarne
Roja qarneyê bû. Dibistan qediya, zarok çûn malên xwe. Dayika Filît jê pirsî:

-Ka qarneya te?

Mizicî û got:

-Min bi emanetî da Cengo.

-Ev çi ye? Ji bo çi tu qarneya xwe bi emanetî didî xelkê?

-Ewê bavê xwe bitirsîne…

Zor û zahmetî
Sofî Biro çû Londonê mîvandariya lawê xwe. Piştî vegeriya mala xwe nas û dostên wî jê ra gotoin:

-Tu bi îngilîzî nizanî, nuha te li wir pir zor û zahmetî kişand…

Sofî Biro got:

-Bi navê Xwedê min qet zahmetî nekişand, yên zahmetî kişandin îngilîz bûn, heta ji min fêm dikirin çermê eniya wan diqetiya…

Rêya şaş
Kurdekî torî li tirênê siwar bûbû, ewê ji Frankfurtê biçûya Munchenê. Xanima bilêt kontrol dikir bala xwe da bilêta wî û jê ra got:

-Bilêta te ji Muncehenê ra ye, lê ev trên diçe Hamburgê. Tu li trêna şaş siwar hatiye.

Yê torî bi rengekî ji xwe bawer got:

-Gelo makînîst baş zane nedaye ser rêya şaş?

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE