24 juni 2019

Surprîzên însanan gelek in


Ev dinya dinyayeke belovacî û seroqûnî ye, wek sîya darê ye, geh li vî alî ye, geh li wî alî ye. 

Hin kesên berê pêşengiya kurdî dikirin, nuha bûne qelemşorên tirkî. 

Hin kesên berê Kurdistan, serxwebûn ji devê wan nediket, nuha bûne hewariyên demokrasiya Tirkiyê.


Hin kesên berê xortan bi serê wan sond dixwarin, nuha kes ji dil silavê nade wan. Çimkî bûne tiştekî din.

Hin kesên berê meriv nizanîbû bi tirkî zanin, nuha meriv dibêje belkî bi kurdî nizanin û zimanê dayika wan tirkî ye.

Taliya umrê xwe li tirkî sor bûne û him jî bi hesreta salan dinivîsin.

Guhertin her tim bi pêş da nabe, carnan jî berapaş da ye, însan bi paş da diherin.

Însan carnan berê xerab in dû ra baş dibin û carnan jî baş in dû ra xerab dibin. 

Yanî hinê caran ne baş heta mirinê baş û paqij dimînin û ne jî xerab heta mirinê xerab dimînin. 

Carnan cî bi hev diguherin, başên berê dibin xerabên nuha û xerabên berê jî dibin başên nuha.

Axir însan mexlûqekî ecêb e, dikeve her kerasî, her boyaxê, her rengî... 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE