20 juni 2019

Rojnamefiroş



Zarokekî kurd li Stenbolê rojname difrot. Rojnameya di destê xwe da li ba dikir û digot:

-Çapa duyem bi 100 hezar lîreyî…, çapa duyem bi 100 hezar lîreyî…

Yekî ji wir derbas dibû 100 hezarê xwe da, rojnameya xwe girt û çû. Lê piştî çend deqîqeyan bi paş da vegeriya û ji lawikê rojnamefiroş ra bi hêrs got:


-Tu çima derewan dikî? Rojnameya tu bi 100 hezar lîreyî difroşî li ser ”buhayê wê 50 hezar e” dinifîse.

Xortê rojnamefiroş mizicî û got:

-Apê delal, ji her tiştê rojname dinivîse bawer neke, hewqasî saf nebe !

Metirse
Bînalî Yildirim bi şayiş û bi fikar ji Erdogan ra got:

-Me bi hênceta(behaneya)wezîfedarên ser sidoqan ne mamûrên dewletê ne hilbijartin betal kir. Ya heger em dîsa jî qezenc nekin emê çi bikin?

Erdogan mizicî, destê xwe li pişta Bînalî Yildirim xist û got:

-Metirse, musterîh be. Wê demê jî emê bibêjin wezîfedarên ser sindoqan mamûrên dewletê ne û qebûl nekin, hewqas…

Desmêja mele
Xoce Nesredîn li ber çem desmêj digirt. Hew carê dît şimika wî bi avê da çû. Xwe dirêj kirê lê negihîştê, şimik çû. Xwasî ma, bîna wî teng bû. Bi hêrs çû desmêja xwe şikand û dû ra jî bi çem da qîriya:

- A ji te ra desmêja te, ji min ra desmêja te ne lazim e, bide şimika min !

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE