27 juni 2019

Rewşa Wanê û kurd êdî xwe kurd nabînin



Li bajarê Wanê tevgera kurd ya netewî lê xurt e. Şêniyên Wanê jî belkî ji sedî 99ê wê kurd in.

Lê li gorî Abdullah Çîftçîler di twîtteke xwe da nivîsîye lewhe/tabêle û reqlamên nava bajêr û li ser dikanan ji sedî 99 bi tirkî, farisî û erbî ne. Ji sedî yekê reqlam û lewheyên Wanê ne bi kurdî ne.

Ez dibêjim belkî li tevayiya Wanê 4-5 lewheyên kurdî jî tunebin.


Wan bajarekî kurda ye û şêniyên Wanê jî bi piranî kesên welatparêz û kurdperwer in.

Lê dîsa jî bîna bajarekî kurd û Kurdistanê ji Wanê nayê, dîsa jî hema hema ji sedîsedê lewhe û reqlamên bajêr bi tirkî, erebî û farisî ne?

Heta nuha tenê tirkî bû, lê di van salên dawî da bi zêdebûna turîstên faris û bi mahcirên ereb ra, farisî û erebî jî li tirkî zêde bûye, êdî erebî û farisî jî li reqlam û lewheyan zêde bûye.

Lê kurdî tuneye?

Li Kurdistanê, li bajarê kurdan tirkî, erebî, farisî heye, lê kurdî tuneye…

Çima wiha ye?

Çima kurd qîmetê didin turîst û mişteriyên tirk, ereb û faris û çima qîmetê nadin milyonek û 200 hezar kurdên, nişteciyên wanî?

Çima kurd xwe û zimanê xwe hewqasî biçûk dibînin?

Miletek çawa kane zimanê xwe, nasnama xwe ya herî muhîm hewqasî tune hesab bike?

Ne esnaf qîmetê didin kurdan û zimanê kurdî û ne jî kurd qîmetê didin xwe û zimanê xwe.

Ev psîkolojiya merivê kole ye, merivê xwe bi tiştekî nehesibîne.

Merivê kole û ruhkole her tiştê xwe biçûk dibîne û tu tiştekî layiqî xwe nabîne.

Dikandarên kurd ji bo mişteriyên xwe yên faris û ereb lewheya xwe bi erebî dinivîsin, lê ji bo yê kurd eynî serwîsê nakin.

Nakin, çimkî mişteriyê kurd însan nahesibînin û yê kurd jî ji vê bêqîmetkirina xwe aciz nabin, îtîraz nakin.

Kurdên Wanê sed qatî ji tirk, ereb û farisan bêtir diçin wan cî û mekanên lewheyên wan bi tirkî, erebî û farisî ne û ji wan deran alvêrê dikin. 

Lê dîsa jî nayê bîra xwediyên wan mekanan lewheyên xwe bi kurdî jî binivîsin, qedir û qîmeta didin mişteriyên xwe yên tirk, ereb û faris, bidin mişteriyên kurd jî.

Û mişteriyên kurd bi xwe jî nabêjin çima li ser lewhê bi erebî, tirkî û farisî heye, çima bi kurdî tuneye?

Nabêjin ma em ne însan in?

 Ma yê me ne ziman e?

Ma yê me ne pere ye?

Xizmeta hûn ji mişteriyên tirk, ereb û faris ra dikin, çima hûn ji mişteriyên kurda ra jî nakin?
Yanî ne esnaf û ne jî milet bi qasî seriyek pîvaz jî qîmetê nadin kurdan û zimanê kurdî û kurd bi xwe jî bi vê yekê qet nerehet nabin.

Li Wanê bi hezaran kurdperwer û welatparêz hene, gelek komele û partiyên kurd HDP, PAK, HAKPAR, PSK, Tevgera Azadî, Nûbihar yanî hema hema hemû tevgerên kurd li Wanê hene. 

Lê heta nuha yek partî, yek kes ji vê rewşa Wanê nerehet nebûye û ji bo ev rewş biguhere tiştek nekiriye, doza lewheyên kurdî li esnafan nekiriye.

Heta nuha kesî tiştekî wiha nexwestiye û naxwaze, çimkî kurd êdî xwe miletekî cihê nabînin, xwe tirk dibînin. Ji bo wê jî li nasnameya xwe, li zimanê xwe xwedî dernakevin, dema ew tune tên dîtin nerehet nabin û doza mafê xwe nakin.

Gava miletek li nasnameya xwe, li qewmîyeta xwe xedî dernekeve, xwe ji miletên din cihê nehesibîne, li zimanê xwe jî xwedî dernakeve, bi wî napeyive. 

Miletê hatibe vê nuxtê êdî mahkûmî mirinê û wendabûnê ye.

Kurdên Kurdistana bakur îro hatine nuxteya êdî xwe kurd nabînin û lema jî bi kurdî napeyivin û doza lewheyên kurdî jî nakin.

Hemû mesele ev e, piraniya kurdan, heta kurdên siyasî, welatparêz, kurdperwer jî di vê rewşê da ne.

Her çiqas di partiyan da ne, dibêjin em kurd in lê belê di praktîkê da ne wek kurdekî dijîn û ne jî li ziman û nasnameya kurdî xwedî derdikevin, ew jî wek her kesî bi zarokên xwe ra, bi hevalê xwe ra bi tirkî dipeyivin, li bajêr alvêra xwe bi tirkî dike, 24 saetan li muzîka tirkî guhdarî dike û li tu derê doza axaftina kurdî, muzîka kurdî, serwîsa bi kurdî nake.

Yanî di praktîkê da tu ferqa kurdê herî siyasî ji kurdê apolîtîk tuneye, herdu jî wek tirkekî dijîn.

Gava ez lewheya dikanekê, mexazeyekê, otêl, aşxane û qahwexaneyekê bi tirkî, erebî û farisî bibînim û kurdî tunebe, wek kurd, wek mişterî ezê aciz bibim û ji wî esnafî ra bibêjim çima bi kurdî tuneye?
 
Kesê xwe kurd bibîne, şiûrê netewî pê ra hebe ewê wiha bike, ewê vê reaksiyonê nîşan bide.

Lê nayê bîra partiyên kurd, kurdên herî zana, herî siyasî jî di vî warî da însîyatîfekê bigrin û ji bo guhertina rewşa bajarê xwe xebatekê bikin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE