05 juni 2019

Nuha ez mam sêwî

Dayika min Efra Xamo

Dayika min îro ez sêwî hîştim û çû...

Efra Xamo, şîrîna li ber dilê min, dayika min a zana, cefakar û wefadar, xanima cimatan, jina rojên giran, xanima Bûboyê Xamo û dayika 7 kurdperweran Zinarê Xamo, Cemîle, Fûad, Metîn, Mehmet Berzan, Serwet û Faîk Kûmrûaslan îro li Diyarbekrê wefat kir.


Deh zarok anîn 7 bi firê xistin.

Ez nuxuriyê wê bûm, me bi hev ra pir kişand, gelek rojên tahl dîtin. Ji min pir hez dikir, min jê pir hez dikir. 
Gotinên me diket serê hev. 

Bi min  pir serbilind bû. 

Ez jê gelek tiştî fêr bûm, ji min ra gelek çîrok û metelok gotin.

Lê êdî ezê nikanibim tiştan, navê nebat û teyr û tuyan jê bipirsim.

Êdî ezê nikanibin dûlikan ji devê wê bigrim. Hemû bû xewn, bû derew û çû. 

Îro gava ji me, dinya ronak xatir xwest, ez ne li ber serî bûm, nikanîbûm li ber serî bûma... 

Ne dixwest ez herim. Çend caran wesîyeta xwe li min kir, got "ez mirim neyê, ez naxwazim bibim sebebê girtina te..."

Min zanîbû êdî halê wê xerab be, nedixwst têkeve ber destan û ji ewladên xwe ra bibe bar. Van rojên dawî pir ecle dikir, dixwest here. Gav û satê dua dikir û digot ya Rebî tu li min were rahmê û min nexe berdestan.

Wek wê bû, neket ber destan, ji kesî ra nebû bar…

Do bi şev di telefonê da xatir ji min xwest, got lawê min ”êdî diçim, bi xatirê te  û şîrê min li te xweş helal be ! ”

Dagirkerên welatê min nehîştin ez têkevim bin darbesta bavê xwe!

Îro jî naheşîtin ez li ber serê dayika xwe bim û têkevim bin darbesta wê jî !

Şermezar im, fedîkar im, xemgîn û dil bi kovan im.

Êşa dilê min bi qasî çiyayê Agirî mezin e…

Cenazeyê dayika min sibe danê esir ewê li Diyarbekrê li Goristana Şehîtlikê, li kêleka gorra bavê min were gorrkirin.

Ciyê şînê: Şaklatlilar Yasevî. Telefon: 535 54690 28
Edres Dîclekent bulvari 68 . 

Telefonên birayên min:
 Fûad Kûmrûaslan: 0533 385 73 01
 M.Berzan kumruaslan 05052320043 
 Faik  Kumruaslan 05347961963
Zinarê Xamo: 073 53 44 852

4 kommentarer:

PARVE BIKE