04 juni 2019

Nahêle bigrî



Egîd bala xwe dayê hevalê wî di quncikekî qahwexanê da rûniştiye û mirûztahl û xemgîn xuya dike.Çû balê, silavek dayê, bi meraq got te xêr e, çi qewimî ye?
Mêrik kelogirî bû û bi hîskînî got:

-Jina min wer li min dixe, wer li min dixe heta min bi girî dike…
Egîd keniya û got:
-Kuro ya te dîsa bi merhemet e, ya min li min dixe û nahêle ez bigrîm jî.


Sîrke
Xoce Nesredîn dest bi sîrkefiroşiyê dike. Sîrka xwe li kerê xwe yê meşûr dike û dest pê dike tax bi tax, kuçe bi kuçe digere û ban dike:
-Tirşî, tirşî ! Werin tirşiyê. Ev ne tirşî ye, derman e, derman !
Lê her cara Xoce ban dike, dibêje ”tirşî, tirşî”, kerê wî jî dizire. Xoce dibêje ”tirşî, tirşî”, ker dizire. Carek, du car, sê car, Xoce aciz dibe, bi hêrs ji ker ra dibêje:
-Êdî bes e ! Nuha sîrkê tu yê bifroşî ya jî ezê bifroşim ?

Çaya sivik
Jîro li xanekê çayxane dixebitand. Ji karxaneyeke qatê jor bang kirnê, gotin:
-Jîro, xêra miriyên xwe ji me ras ê çayan bîne, bira yek jê sivik be?
Jîro bersîv da, got:
-Keko bira kîjan sivik (vekirî) be?

Zilika pîvazê
Du karkirên feqîr rûniştibûn navroja xwe dixwarin. Navroja wan sawar(bulxur)bû. Yekî ji yê din ra got:
-Law Sîno, heger rojekê tu pir zengîn bibî tu yê navrojê çi bixwî?
-Weleh ez ji zilika pîvazê pir hez dikim, ezê wê bixwim.
Îcar Sîno ji hevalê xwe pirsî:
-Ya dema tu zengîn bû tu yê çi bixwî?
-Ma te ji min ra çi hîşt? Li dinyayê tiştê herî xweş zilika pîvazê ye te ew jî xwar…

Anonîm
Mamoste di dersê da maneya peyva ”anonîm” îzah dikir. Got:
-Anonîm, bênav e. Yanî xwedî ne diyar e.
Tam di wê taftafê da tîqînî bi yekî ket, yek keniya. Mamoste bi hers pirsî:
-Kî keniya?
Lawikê keniyabû got:
-Anonîm mamoste !

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE