28 juni 2019

Metoda zeîfbûnê



Jinikê bi hevala xwe ra sohbet dikir, jê ra qela qelawiya mêrê xwe kir û got:
-Mêrê min biryar daye ewê xwe zeîf bike.
Hevala wê got:
-Pir baş e, ê ji bo zeîf bibe çi dike?
-Ev deh roj in her sibe sê saetan li hespê siwar dibe.
-Ê çend kîlo zeîf bûye?

Jinikê bi xemgînî got:
-Hespa feqîr deh kîlo zeîf bûye…


Ehmeq
Şagirdê fêkîforoş erboka tije fêkî û sebze bi zor bi palê(hevrêz)da derdixist jor. Yekî ji wir dibihurî dilê wî bi lawikê biçûk şewitî, dest avêt erebokê, bi halekî xerab ereboka wî desrxist dawiya palê. Bîna xwe girt û dû ra ji gede ra got:
-Lawê min, ma te ji hostê xwe ra negot ev bar pir girane, tu yê bi tenê nikanibî derxî jor?
Lêwik got:
-Min got lê belê…
-Ê wê demê çima ev erebok da destê te?
-Got tu yê bi rê da ehmeqekî(enayîyekî)bibînî…

Kevroşka mê
Dibêjin Bînalî Yildirim dema bû namzedê serokê belediya Stenbolê çûye ba pîreka sihêrbaz/efsûnbaz û gotiye ez dixwazim bibim serokê belediya Stenbolê, ez ketime bextê ta bi min ra alîkar be.
Pîra sihêrbaz jê ra niviştek çêkiriye û kiriye hustuyê wî û dû ra jî jê ra gotiye:
-Heta tu qezenc nekî dibê tu vê niviştê ji hustuyê xwe dernexî û tu carî jî kevroşka mê neynî bîra xwe. Heger tu heta roja hilbijartinê kevroşka mê qet neynî bîra xwe tu yê sedîsed qeznc bikî.
Bînalî Yildirim bi xemgînî serê xwe hejandiye, gotiye:
-Wele ev sêhr ewê nebe.
Pîra sihêrbaz gotiye:
-Çima?
Bînalî Yildirim bi hustuxwarî gotiye:
-Ji ber ku te wiha got, kevroşka mê ewê qet ji bîra min neçe…


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE