07 juni 2019

Li ser navê min û hemû malbata Xamo spasiyeke ji dil !


Bi minasebeta wefata dayika min gelek nas, dost û hevalan mesajên sersaxiyê şandin, telefonî min kirin, gelek heval hatin mala min û bîna min fireh kirin, hemû bûn heval û şîrkên êş û xemgîniya min û malbata me.

Ez li ser navê xwe û li ser navê hemû xweşik û birayên xwe û malbata Xamo spasî we hemûyan dikim.

Mala we hemûyan ava be, we bi mesaj, telefon û serdanên xwe hêz da min û bîna min fire kir, êşa dilê min kêm kir.

Nuha qet ji dilê min nayê di feys, twîtt û bloga xwe da tiştekî binivîsim. 

Dilê min nuha hinekî xemgîn e, naxwaze bi tişt minştên din mijûl bibe. Qey heta çend rojan kela wî ewê dakeve, ewê hêdî hêdî aş bibe.
Ji bo fêrbûna sîwîtiyê û întîbaqa şertên nuh hinekî wext lazim e. Çend rojan ezê wî aciz nekim, heta şîna xwe radike û vedigere jiyana xwe ya normal…

Careke din spas ji bo we hemûyan....

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE