03 juni 2019

Li nexweşxaneyeke Diyarbekrê bi 6 zimanan tercuman heye lê bi kurdî tuneye



Li nexweşxaneyeke Diyarbekrê bi 6 zimanan xizmeta wergerê (tercumaniyê)didin, lê tenê ji bo zimanê kurdî tuneye.

Mamoste Abdulkadir Kuçukbayrak di facebooka xwe da gotiye çend roj berê li Diyarbekrê rêya wî bi nexweşxaneyekê ketiye. Nivîseke bi dîwêr va bala wî kişandiye. Di nivîsê da bi tirkî dibêje:

”Wezareta Tenduristî, xeta tercumaniyê: 0850 288 38 38 
Heft rojan, rojê 24 saetan bi 6 zimanan: îngilîzî, fransî, erebî, rûsî, almanî, farisî xizmet tê dayin.”


Lê kurdî tuneye. 

Yanî xizmeta tercumaniyê tenê ji kurdan ra tuneye !

Kurdî tuneye, çimkî hukûmeta AKPê û dewlet kurdan tune hesab dikin, tunekirina kurdan û zimanê kurdî hedefa wan e.

Milet û zimanê meriv bixwaze ji ortê rake, meriv mafê tercumaniyê nadê.

Dewlet ji kurdan ra dibêje hûn neyarê min in û lema jî ez tu mafî nadim we…
 
Lema jî bi 6 zimanan her roj 24 saetan xizmetê didin, lê ji kurdan ra tuneye.

Ji bo min ev ne tiştekî pir xerîb û ecêb e, ji ber ez wek navê xwe zanim dewleta tirk, hukûmeta AKPê kurdan neyarê xwe yê serke dibînin û dixwazin koka kurdan biqelînin.

Lê kurdên hîn ev yek fêm nekirine ya jî naxwazin fêm bikin pir in.

Heger aqil û xîret bi meriv ra hebe ev numûne tenê nîşan dide ev hukûmet, ev dewlet çiqasî neyarê serê me ye.

Kurdê hîn jî bi hukûmetê ra ye, hîn jî pîgiriyê pê ra dike bi rastî pir bêxîret e, êdî tam bûye merivekî zalim, bêûjdan û neyarê qewmê xwe.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE