28 juni 2019

Jiyan bê civîn nabe !



Wey hezar carî ser xêrê û bimbarek be!

Wey mala Xwedê hezar carî ava be!

Civînên PDKê û YNKê ewê dewam bikin.

Xebereke pir muhîm e, ez bi vê xeberê pir kêfxweş bûm.

Ez jî ji qedandina civînan ditirsiyam...

Lê şikir ji Xwedê ra wa ye dawî li civînan neanîne. 

Civîn baş in, lazim in, muhîm in, dibê neqedin.


Dibê PDK û YNK civînên xwe bidomînin.

Jiyan bê civîn nabe...

Her bijî civînên PDKê û YNKê !

XXX
Ez dibêjim li vê dinyayê karê herî rehet şîret e, nesîhet e, aqildayina xelkê ye. Şîret him rehet e û him jî belaş e û zirareke wê jî nagihîje meriv.
Lê her kes li gorî şîretên li xelkê û li der û dora xwe dike najî.
Xwezî her kes hewqasî ji aqilê xwe ne razîbûya.

XXX

Sebir zor e, tahl e, lê belê fêkiyê wê şîrîn e.
Em kurd bi sebirkirinê bûn kevirê sebrê. Ez dibêjim êdî bes e, dibê em fêkiyê wê bixwin.

XXX
-Qet bi tiştekî nizane, lê dîsa jî dibêje belkî bi her tiştî zane. Yekî wiha çima nebe siyasetmedarekî serketî
///Bernard Shaw
Xwedêjêrazî tu dibêjî belkî ev gotin ji bo tirkan gotiye.
Piraniya tirkan nuha fêm kirine çi jahr belav kirine, lê êdî dereng e, hasil çûye Mûsil…

XXX
 Balafirên Tirkiyê du gundên Kurdistana başûr, Biredê û Aşqûlkê bombebaran kirin û li gorî Rûdawê nivîsîye ji malbetekê 4 kes kuştin û 5 kes jî birîndar in.

Tirk hema hema her roj gundên kurdan bombebaran dikin û çend kurdên dikujin û birîndar dikin.

Îraq û hukûmeta Kurdistanê ji Tirkiyê ra nabêjin çima hûn her roj gundên me bomebaran dikin û me dikujin.

Têkiliyên Tirkiyê û Kurdistanê dîsa pir baş bûne, li gorî berpirsiyarên hukûmeta Kurdistanê di nabêna Tirkiyê û Kurdistanê da merheleyeke nuh dest pê kiriye. Diyar e ev merheleya nuh ev e, tirk ewê rehettir kurdan bikujin û berpirsiyarên kurdan jî ewê dengê xwe nekin.



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE