12 juni 2019

Îcadên van "gawiran" hiş serê meriv dibe


Bi rastî ”gawir” camêran pir biaqil in, tiştên wer îcad kirine aqilê me misilmanan nagire.

Çimkî aqilê me misilmanan kêm e, ji xwe aqilê me jî bi qasî yê wan hebûya, nuha em jî wek wan bi pêş ketibûn û di nava refahê da dijiyan, em ne birçî bûn. Me yê bi milyonan xwe navêta bextê wan. 

Lema normal e aqilê me îcdan wan negire...


Du roj berê lawikê minê biçûk Rojen di telefona min da programek bi nave Fîtness daxist, tiştekî muhteşm e, aqilê meriv nagire. Her tiştî zane, her tiştî dibîne.

Berê ez û xanim hema ji xwe ra dimeşiyan. Me bala xwe dida saaetê, me digot em saetekê ya jî du saetan meşiyan e. 

Lê ev programa Fîtnessê ji min ra dibêje ez kînga, (sibê, danê nîvro, êvarî) û çend km. meşiya me. 

Lê ne tenê km û wextê dibêje, di meşê da min çend gav avêtine wê jî dibêje. 

Mesela li gorî dibêje ez îro 8,29 km meşiya me û min 13 075 gav avêtiye.

Nizanim min çiqas kalorî helandiye. Û gelek agahdariyên din jî dide min lê ez jê fêm nakim.

Ez di dewsa wan da bûma min ji van îcadan yek jî nedikir xizmeta misilmanan. 

Bira ji xwe ra bi deve, hes û keran biçûna Heca xwe û bi ga jî cot û qelma xwe bikirana.

Minê trên, otomobîl, otoboz, qamyon, balafir û keştî jî nefirota misilmanan. 

Bira rûne her kesî bi hîzê her kesî va bûya. Bira misilmanan îcadên xwe bi kar banîna û “gawiran” jî yên xwe.


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE