16 juni 2019

Heger em biaqil bin weleh ji me ra li hev hatiye



Heger em hinekî biaqil û jîr bin weleh Xwedê ji me ra hinekî li hev aniye, îcar dora me ye.

Lê gerek em bi Amerîkayê ra tu carî nabêna xwe xera nekin, bêyî destega Amerîkayê em nikanin xwe li hemberî van hovan biparêzin.

Ji ber ku Amerîka û Îsraîl dostî û hevalbendiya me dikin agir ketiye dijminên me, ji hêrsan dev li kevir û daran dikin, porê xwe dirûçikînin... 

Hêvî dikim li Rojava PYD nabêna xwe bi Amerîkayê ra xera neke, heta Amerîka mitefikê me be dijminên me nikanin di ser bilikê neviyê min ra jî baz bidin...
Hema heta ji wan tê bira bireyên.
Bira bikin qîrîn û hawar.
Bira hezar û yek navî li me kin.
Nikanin tiştekî jî bikin.
Bi vê bêçaretiya wan ji kêfa rojê salekê ciwantir dibim...


 XXX
Serokê filan partiya tirk nizanim dîsa ji bo kurdan çi vir kiriye, çi gotineke ne rast gotiye, filan bîvan. Bi baweriya min êdî dîn û rentele, sebiyên kuçeyan jî zanin siyasetmedarên tirk neyarên serê me ne, bi çavê nêçîrê li me dinêrin. Dibê meriv bi van viran bikene û hew.

Ne hewceye meriv zêde serê xwe xwe bi derewên wan ra biêşîne. Me hev û du êdî pir baş nas kiriye. Dagirkerê baş tuneye. Kurdê bibêje filan dagirker baş e, bizanibin ew rêber û hevalê neyar e.

XXX
-Ez ji bo karên zor bidim kirin merivên tembel diniqînim. Çimkî ji bo karkirinê ew her tim riyeke rehet dibînin.
Bîll Gates

XXX

-Tembelî carnan bi sebrê tê tevlihevkirin.
Benjamîn Franklîn

Ji bo me kurdan îro xisletê herî xerab tembelî ye. Gerek em wek mûriyan bixebitin.
Meriv parî necû nikane daqultîne.


-Li Tirkiyê problema, gelşa esasî ev e: Yên zanene bêselahîyet in, yên bi selahîyet nezan in.
///Slavan Bilîç

-Tenê merivên bi kultur ji fêrbûnê hez dikin. Cahil dersdayinê tercîh dikin
///Albert Camûs

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE