18 juni 2019

Gul bê stirî nabe


Îro(17/6) ez û lawikê xwe yê biçûk Rojen wek şêr û pilingan ketin hewşa xwe û me pel û pincarên hewşê çinî û sênca dora hewşê xweşik birrî.

Lê nuha jî ji hal da ketime, her dera  min diêşe.  Qayişkişandina bi xortan ra ne rehet e. Erê ez li xwe danînim kalîtiyê qebûl bikim, lê rastî ne wisa ye...


Di xaniyê bi hewş da havîn xweş e, meriv li hewşê rûdine û çay û qahwa xwe di bin siya perdê da vedixwe û li dengê beytikan guhdarî dike.

Lê di eynî wextê da herçar demsalan jî kar heye, biharan, havînan û payizan paqijîya hewşê û çandina kulîlkan û avdana wan, mêzekirina wan lazim e. 

Zivistanê jîl i Swêd berf û tozan e, dibê meriv rêya çûyin û hatinê veke. 

Welhasilî kelam xaniyê bi hewş xweş e, lê jê ra kar û xebat lazim e. Gul bê stirî nabe, yê ji gulê hez bike, dibê tehemulî stiriyên wê jî bike…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE