04 juni 2019

Felsefa tirkan tirs û tirsandin e !


Li Tirkiyê sîstem li ser tirsê ava bûye û tirsê û tirsandinê dimeşe. Do Erdogan ji generalan ditirsiya, îro general ji Erdogan ditirsin.

Do Erdogan li hemberî generalan diket hazirolê, îro general li hemberî wî dikevin hazirolê û bi xwe da dimîzin.


Felsefa tirkan tirs û tirsandin e.

Lema jî pêşiyên wan gotine "ço ji bihuştê/cinetê derketiye." 

Midûrê rojnameya Akîtê Murat Alan gotiye, ”general wek keran ewê li pey Erdogan rêz bibin.” 

Murat Alan vala napeyive, qey bi tiştekî zane lema wiha dibêje, mêrik civata xwe nas dike.

XXX
Eflatûnê rahmetî gotiye, ”kitêbên baş zarokên bavên xwe nemir dikin.”

Weleh rast e, bi milyonan kurd hatine dinê û mirine, lê em navên çend heban tenê zanin; çimkî wan kitêbên baş nivîsîne û lema jî nemir bûne.

Lê milyonên din çûn ji kîsên dayikên xwe, fena ku nehatibin dinê û nejiyabin.

Kî dixwaza av û av neçe dibê guh bide şîreta rahmetiyê Eflatûn û ya kitêbeke baş binivîse ya jî tiştekî baş li pey xwe bihêle...

XXX

Gelek nas, dost û heval pîrozbahiyên Cejna Remezanê ji min ra xusûsî dişînin. Mala hemûyan ava be. 

Ez nikanim bersîva hemûyan yek bi yek bidim. Bi hêviya kes li dilê xwe negire.

Ez jî cejna hemû nas, dost û hevalan pîroz dikim...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE