19 juni 2019

Êşa bindestiyê nayê kişandin !





Li Tirkiyê li Firokexaneya Stenbolê xortekî kurdê karkirê ewlekariyê bi navê Brahîm ji bo kurd bû û tim marûzî nîjadperestiya tirkan dibû îro xwe kuşt.

Ez pir pê êşiyam, Xwedê sebrê û metanetê bide dê, bav û malbata wî…

Vê rejîma irqçî û faşîst bi terora xwe psîkolojiya însanên me xera kiriye.


Berî întîxaerê di înstagramê da gotiye, ”Ji bo ku ez Kurd im tim li hemberî min cudakariya etnîkî hat kirin. Belkî bi vî tiştê ez dikim rewş biguhere…"

Mixabin xortê delal ewê rewş neguhere. Guherandina rewşê girêdayî azadiya me ye, dema em azad bûn, bûn xwedî welat êdî kesê nikanibe me biçûk bîne û diskirîmîne bike.

Ji roja Tirkiye ava bûye û kurd bûne bindest halê kurdan ev e, kurd tim diskirîmîne dibin. Lê êdî rewş hatiye nuxteya însan întîxar bikin. Kurd newêrin bibêjin em kurd in.

Çimkî însan ji siyaseta hukûmetê cesaretê digrin, xelk li devê siyasetmedaran dinêrin.

Masî ji serê genî dibe, irqçîtiya li hemberî kurdan ji hukûmetê û dewletê dest pê dike. Heta em bindest bin halê me ewê tim ev hal be, emê tim marûzî irqçîtiyê bibin.


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE