23 juni 2019

Erdogan îcar serketina Îmamoglu qebûl kir



Wek dihat texmînkirin Ekrem Îmamoglu hilbijartin qezenc kir. 

Texmîna min jî ev bû, min tim digot Îmamoglu ewê qezenc bike, lê bi îhtîmaleke mezin dîsa jî ewê bibêjin Bînalî Yildrim qezecn kir.

Min bawer nedikir Erdogan serketina Îmamoglu qebûl bike.


Min digot heger nêeke wî ya serketina Îmamoglu hebûya ewê hilbijartin dubare nekira. Çimkî dubarekirina hilbijartinê sedîsed têkçûna AKPê bû. Ev diyar bû.

Lê ev texmîna min şaş derket û wa ye serketina Ekrem Îmamoglu qebûl kirin. Ecêb e, di fêmkirinê da meriv zahmetiyê dikşîne.

Lê ji bo çi hewqas zû, berî ku hemû sandoq vebin, berî ku hemû ray werin hilbijartin ev netîce qebûl kirin min fêm nekir.

Diyar e him ferq pir zêde ye ûhim jî nikanîbûn hokuspokus bikin, raya biguherin…

Wek berê jî min çend caran got, qet tişek bi Erdogan nayê, nuha ewê derkeve Ekrem Îmamoglu pîroz bike û bibêje berê hîle û sextekarî hebû lema me hilbijartin betal kir. Lê nuha wa ye bi heqê xwe qezenc kiriye, lema jî ez Îmamoglu pîroz dikim.

Kurdan li Stenbolê bi Îmamoglu  dan qezenckirin û bi Bînalî Yildirim dan wendakirin. Lê wan bi xwe wek milet tu tiştek qezenc nekir...

Kî dijminatiya kurdan bike aqûbeta wî husran e. Erdogan nuha ev yek baş fêm kir. Piştgiriya Ocalan jî têrê nekir.

Binalî Yildirim: %45,093.921.201 ray.
Ekrem Îmamoglu: %54,034.698.782 ray. 

Bi baweriya min hîn jî li Stenbolê girtina hewqas ray ji bo AKPê serketineke mezin e, dibê ji sedî 20 jî negirta. Lema Erdogan jî hîn jî xurt e.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE