12 juni 2019

Em nikanin kesî bi zorê bikin kurd !


Hin kesên ezdî, elewî ya jî ji kurdên sunî dibêjin ew ne kurd in, hinek xwe dikin tirk, hinek xwe dikin ereb û hinek xwe dikin êrmenî ya jî tiştekî din.

Bi baweriya min kes nikane kesî bi zor bike kurd, yê xwe kurd nehesibînî bi eslê xwe kird be jî êdî ne kurd e. 

Kî xwe çi dihesibîne ew e, em nikanin kesî bi darê zorê bikin kurd û ne rest e jî.

Bira çend milyon ji me kêm bibe. Ne şert e em 50 milyon bin.

Bira em 10 milyon bin, lê belê saxlem bin, bi ruh û can, bi dil kurd bin, ne bi zor û tirsê. Ji xwe di vî 100 salê dawî da 7-8 milyon kurd bûn tirk. Bira çend milyonên din jî ji me kêm bibin...


Lema jî dibê meriv xwe neqeherîne, qet xwe bi ber teqala van heramzadeyên dibêjin ew ne kurd in nexîne.

Kûçik bi qusandinê nabe tajî, kûçik her kûçik e, meriv çi bike jî bêfeyde ye.

XXX
Cesaret baş e, tirsonekî, bêziravî xerab e. Bi xêra cesaret dîtina gelek serketinan dibe nesîb û qismetê meriv.

Lê ya herî baş gava cesaret û aqil digihîjin hev, a wê demê kabê meriv mîr hatiye.

Andre Gîde gotiye, ”gava cesareta wendakirina kevîyê(peravê)bi meriv ra tunebe meriv nikane deryayên nuh kişf bike.”

Û ji xwe hemû parzemîn(continent) û deryayên nuh bi xêra vê cesaretê hatin dîtin.

XXX

Miletê bêdewlet nikane li tu tiştekî xwe xwedî derkeve û biparêze. 

Hebûna her tiştê miletê bindest girêdayî destûr û merhameta dewleta dagirker e. 

Bêdewletî koletî ye, merivê kole ne xwediyê tu tiştî û tu mafî ye. Dibê em kurd viya baş bizanibin. 

Yên dewletê naxwazin gerek ji daxistina lewheya belediya Bedlîsê jî û ji yasaxkirina navê Kurdistanê jî gazinan nekin.

Gava meriv bindest be, ne xwediyê welatê xwe be, meriv ne kane lewheyeke kurdî bi darda ke û ne jî her navî li partiya xwe ke…

Heta em bindest bin emê ne xwediyê tu tiştî û tu mafî bin; malê me jî, milkê me jî, heta canê me jî ewê tim yê xelkê be, tim di bin emrê xelkê da be...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE