13 juni 2019

Êdî hûn nikanin dijminatiya xwe veşêrin



CHP beşdarî merasima sondxwarina Nîçîrvan Barzanî nebû. Ev yek helbet şêleke siyasî ye, îspata dilnexwaziyê û dilreşiyê ye.

Piştî 3 rojan Kemal Kiliçdarogluyê tirkê xoresanî bi telefonê Nîçîrvan Barzanî pîroz kiriye.


Tirkên tevî merasimê bûn û yên telefon kirin, hemû jî ne dost û ne dilxwazên me ne, hemû jî xêrnexwaz û neyarên serê me ne. Beşdariya wan, telefonkirina wan vê rastiyê naguhere; em zanin ew ne dilxwazên me ne.

AKP jî û CHP jî dixwazin kurd li tu beşekî Kurdistanê nebin xwedî maf û ji bo wê jî çi nerindî, çi fêsadî û çi xerabî ji destê wan were dikin.

Siyaset, dîplomasî wiha ye, dem heye dijminê te jî bi derewan tê şîn û şahiya te…

XXX
Tiştê meriv bi xwe neke dibê meriv ji xelkê jî nexwaze
Rexnekirin, aqildayin, şîret û nesîhet pir rehet e, her kes kane bike. Lê ya muhîm ne ew e, kirin e, emel e; dibê meriv bi xwe bibe numûne û emsal.

Tiştê meriv şaş dît, berî her kesî dibê meriv wiya neke, dû ra nesîhet û şîretan li xelkê bike.

Ez bi xwe tiştê ez nakim û nikanim bikim tu carî rexne nakim û ji kesên din jî tu carî naxwazim.
Ez berê ji xwe dest pê dikim. 

Heta min dev ji kişandina cixarê bernedabû min tu carî ji kesî ra negot dev ji cixarê berde. Lê nuha dibêjim, çimkî min ji zûda ye dev jê berda ye.

Gav û saetê dibêjim bi hev ra, bi zarokên xwe ra bi kurdî bipeyivin, bi kurdî binivîsin, dev ji tirkî berdin; çimkî ez di praktîka xwe da wiya dikim.

XXX
Gere kem dost û dijminên xwe baş ji hev bigerînin
Em bi dostên xwe ra dostiyê û bi dijminên xwe ra dijminatiyê nakin, hinê caran wan ji hev nagerînin. Û ji viya ra jî dibêjin "siyaset !"

Lê di dawiyê da jî em tim poşman dibin.
Dijminên me heta em bindist bin tu carî nabin dostên me, ewê tim neyarê serê me bin. Gerek em viya bizanin.
XXX
Tirkiye neyarê me yê herî bêûjdan û dirinde ye
Do balafirên tirk riya nabêna Duhok û Amediyê bombebaran kirin. Li rojava jî zeviyên kurdan dişewitînin.
Çi ji destê wan tê dikin.
Tirkiye, tirk dijminekî pir xedar e, dixwazin rojavayê Kurdistanê tevî şêniyên wê bişewitînin.
Hukûmeta Kurdistanêl hîn bêdeng e!
Dibê kurd li hemberî vê çavsoriyê bêdeng nemînin,..

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE