29 juni 2019

Donald Trump: Erdogan dixwest kurdan îmha bike min nehîşt



Serokê Amerîkayê Donald Trump, di pres konfranesa xwe ya zîrweya G-20 da qala axaftineke xwe û Erdogan ya pir balkêş kiriye, gotiye wî ”nehîşt Erdogan kurdên rojava îmha bike” û dû ra jî ev agahiya jêr daye:

”Tirkiye tiştekî balkêş e. Serokê Tirkiyê Erdogan merivekî zahmet e, lê ez pê ra li hev dikim. Belkî ev  tiştekî ne baş e, lê ez dibêjim baş e, ez wisa difikirim. Çimkî dibê meriv dirist be, wek her kes zane bi kurdan ra gelşeke wî(Erdogan) heye. Artêşa wî ya 65 hezarî li ser sînor bû. Ewê kurdên bi me ra şere Daîşê dikirin îmha bikira, ji ortê rakira. Min telefonî wî kir, min jê rica kir dibê ew tiştekî wiha neke. Kurd dijminên wî û Tirkiyê yên xwezayî, tabiî ne. Û wî ev yek nekir. Leşkerên tirk li ser sînor rêz bûbûn, dixwestin kesên bi me ra şere Daîşê dikirin ji ortê rakin. Min jê ra got, tu nikanî viya bikî. Û nekir.”

Wek tê dîtin Erdogan biyar dabû êrîşî kurdên rojava bike û hinekan bikuje û hinekan jî mecbûrî koçberiyê bike.

Yanî tiştê li Efrînê kirin ewê li seranserê Kurdistana rojava bikirana. Û ev rast e, em hemû bi vê nêta Erdogan zanin. Ji xwe Erdogan ev hedefa xwe tu carî venaşartiye, heta nuha bi dehan car dubare kiriye. Wan rojên Trump dibêje di bîra me hemû kurdan da ye.

Lê mala Trum pava be mêrik nehîştiye, gotiye ez qebûl nakim tu mitefikên bi min ra şerê Daîşê dikin ji ortê rakî.

Gotina ”kurd dijminên Erdogn û Tirkiyê yên xwezayî, tabiî ne” ne jî sedîsed rast e, Erdogan kurdan dijminên xwe yên ebedî dibîne û dixwaze li her derê şerê wan bike û dike jî.

Lê hin kurdên bêxîret, kurtêxur û xwefiroş hîn jî bi xulamtiya Erdogan dikin, hîn jî li Kurdistanê nşnertiya wî dikin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE